Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
siyaksares - tirşik
siyaksares
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. qralê sêyemîn ê meda ye. kurê fraortîs û neviyê qralê yekem dîazîz e. navê wî li sirûda netewî ey reqîb da wek ''keyhûsrev'' derbas dibe (... Em xortên Mîdya û Keyhûsrev in ...) . li paytexta meda ekbatana (hemedan) hatiye dinê. navbera salên b.z. 625-585 da jiyaye û hikûmdariya wî da şaristana med gihîştiye tixumên herî mezin. dema hatiye ser text da, meda dawiya şaristana asûr (wê demê hezar sale li mezopotamya serdest in) aniye û ew roj hew qas ji xwe re pîroz dîtine destpêka teqwîma xwe ev sal qebûl kirine (b.z. 612). navbera med û lîdya da şerek çêbûye, dema şer didome girtina rojê çêdibe û jiber ku roj ji bo kurda pîroz e dibêjin xwedê ji bo em şer rawestînin peyam ji me ra şand û pişt re peymana aşitiyê pêk tê. pişt re artêşa meda berê xwe dîsa didin asûra lê jiber ku dewleta îskîta tên ser wan disekinin û şer dikin, îskît meda dibin. dewleta îskît ser erdê meda dibin serdest û bacên pirr ji gel distînin. siyaksares kombûna piştî peymana aşitiyê, qralê îskîta dikuje. ev bûyer gelek dastan û çîrokên mîtolojîk da derbas dibin. li şehnameya fîrdewsî da hikûmdarê îskîta wek ''efrasîyab'' derbas dibe (çîrokên kurdî da jî wiha ye) li çîrokên tirka da jî wek ''alp er tunga'' derbas dibe, dîsa li şehnameyê da siyaksares wek "Rustemê zal" derbas dibe (ev jî çîrokên kurdî da wiha ye). piştî kuştina hikûmdarê wan, bandora îskîta dişkê û med, tixûmê dewleta xwe ji hîndîstanê heta behra ege, li misirê heta derbenda stenbolê, li behra reş heta behra qezwîn (hazar) û heta derbenda hirmûz dibin û gelê xwe bindestiyê xilas dikin.



30.09.2022 00:40 ~12:16 | pêşewa

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» siyaksares

Kategoriyên mijarê:: dirok dirok dirok kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî