Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 69 peyam
m.xalid sadinî - tirşik
m.xalid sadinî
(5) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. Nvîskarekî kurd e. Ji colemêrgê ye. Demekê rojnamevanî jî kiriye. Niha li ser folklora kurdî dixebite û dinivîse. Her wiha li ser klasîkên kurdan edîsyon krîtîkên wî, weke feqîyê teyran, melayê bateyî ûhwd weşiyane. Tiştê ez zanim gelek xebatên wî li ber çapê ne.



13.10.2013 02:52 | seydayê_peyvan

2. ew kes e ku di dîwanekê de, ku wekîlên akpê û walî malî lê bûn, ji bo enstîtûya zimanên zindî gotibû "hûn bi vî navî dixwazin bêjin 'enstîtûya zimanên ku me nekarî bikujin'"..



13.10.2013 03:10 | gordereş

3. berê li ser twitterê gotinên xweş û bijarte yên ji folklora kurdî ya ji derdora colemêrgê belav dikirin.. lê welê texmîn dikim ku di buxçika de tiştek nemaye ji mêj de ye pêjn jê nayê..



13.10.2013 12:57 | endazer

4. hadîseke qûtsî heye dibêje: yê qezenc dike hezkiriyê xwedê/xûdê yê.



ez jî her dem ji kesê jêhatî re evîndarim.



camêr di warê klasîkan de xebatên bi ked û xûdanê kirinê.



pesindayîn heqqê wî, teqdîrkirin deyndariya min...



14.10.2013 00:47 | dîno

5. min di pêşgotineka klasîkeka kurdî ya bi amadekariya m.xalid sadinî ji nav weşanên nûbiharê de derektibû de xwendibû.. digot ku camêr pirraniya klasîkên amade kirî di hebsê de amade kirine.. ji wê rojê ve ji min re bûye xem û mereq bê ka çima ketiye di hebsê de ji ber ku camêr kesayetek zêde siyasî jî naxweye..



14.10.2013 21:38 | endazer

6. ligel müfid yüksel di trt kurdî de bernameyek bi navê çanda qedîm çêdike û pêşkêş dike, min darî beşeka bernameyê ya li ser binemala barzaniyan kir, gelekî kêfa min jê re hat, belkÎ biçekî bi tesîra mêvanê bernameyê, edîp çelkî be, ji ber ku hem axaftina wî gelekî xweş û rewa bû, hem jî ji her aliyekî ve serwextî mijar û naveroka bernameyê bû..



01.05.2015 14:48 | endazer

7. di bernamay xwe de nahêle mêvanên wî biaxifin ew jî hevalê wî mufîd jî heyran nexwa bakî kesî nekin ka ji xwe re hinkî bêdeng bin of of



02.05.2015 17:34 | tivirloismail

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» m.xalid sadinî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî