Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 35 peyam
ewropa an koreya başûr? - tirşik
ewropa an koreya başûr?
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Pirseke ji bo berhevdanîna şert û mercên Ewropa û Koreya başûr e ji aliyê gelek pîvanan ve: Xebat, aborî, îmkanên perwerdeyiyê, dilxweşî, heqê mirovan (human rights) û hwd. Bi derfeta çûyinê, Mirov jiyana xwe ya mayî li kîjan welatê bidomîne baştir e?



11.07.2022 21:36 ~2022.07.13 10:52 | mirovekirind

2. (bnr: tirşik forûm)
+90 vîdyoyekê xweş amade kiriye li ser koreyê. Keçekî tirk tecrûbeyên xwe vedibêje. Lê belkî jê çêtir şîroveyên li bin vê vîdyoyê ne ku kesên çûne koreyê, yên ku li wir xwendine yan jî xebitîne bi xweşî tecrubeyên xwe nivîsîne. Her wiha bi gelemperî dibêjin, çûna Ewropa ji koreyê pir çêtir e. Derfeta Ewropa pirtir e, him ji aliyê aboriyê ve û him jî ji aliyê şaristaniyê ve. (Dibêjin li koreyê dinya biha ye. Heke tê bo xwendinê here, divê perên te pir bin.) Min lê neriya vîdyoyê nedît, yên dixwazin bila çavekî pê Xin.



13.07.2022 10:02 ~10:05 | biruya hayao miyazaki

3. ew ji deh salan zêdetir e ez li koreya başûr dijim. lowma dikarim li ser wê mijarê çend tiştan ez jî bêjim. û ez dixwazim vê meseleyê bi çend awayan nîqaş bikim:

1. ji aliyê standina vîze an heqê rûniştinê

weke tûrîstan çûna koreyê ji çûna welatên ewropayê (eu) hêsantir e. koreya başûr heta 90 rojan vîzeya tûrîzmê tîde xwediyên pasaportên Tirkiyê. lê paş koronayê ew hebekê zor bûye. êdî bi navê ‘k-eta’ vîzeyek lazîm e. disa jî ji schengen’ê kolaytir e. lêbelê paşê gihiştina koreyê, hilgirtina vîzeya xebatê yan jî heqê rûniştinê gorê welatên ewropayê li koreya başûr pir zor e. gellek kesan zanim 10 sal in li koreya başûr dijin lê hê jî heqê rûniştinê hilnegirtine. weke ez zanim bo welatên ewropa rewş wisa ye; gihiştina ewropa zor e lê heger meriv bi rengekî bigihîje wir wergirtina vîzeyê bo kar û rûniştinê hêsantir e.

2. ji aliyê destpêkirina karsaziyek an peydakirina kar

li ewropayê hebûna biyaniyan pir zû despêkiriye lowma gellek xebatên cûda bo biyaniyan jî hene. ger tu zimanê wan nizanibî jî dikarî li welatên ewropa karekê peyda bikî. bo koreya başûr ew ne wisa ye. hînbûna zimanê koreyî pewîst e. ji bo destpêkirina karsaziyê jî dikarim bêjim ku despêkirin kolay e. lê reqabetek pir zêde heye, bi taybetî ji bo biyaniyan serketin hinekî zehmet e. li ewropayê gellek start up ji aliyên biyaniyan ew derdikevin û gellek ji wan jî serkeftî dibin. li koreya başûr ew minak pir pir kêm e. herwiha, koreya başûr hîn jî di warên cûda yên ji bo biyaniyan de pir li paş e. weke mînak, êdî pir asayî ye ku biyaniyek li welatên Ewropayê bibe parlementer û heta bibe serokwezîr. tewra li Koreya Başûr karmendek gelemperî ya normal jî ji bo biyaniyan pir dijwar e.

3. ji aliyê cûdahiya çandî û pirsgirêka adaptasyonê.

koreya başûr xwediyê çand û qaîdeyên pir cûda ye. ew jî problema adaptasyonê derdixe. dîasporaya kurdan jî li wir tinne ye. li welatên mina swêd û frensayê kurd xwediyê dazgeh û cîvatan in. li koreya başûr tiştek wisa tinne ye.

û ger ez biçûma sala 2012 min şûna koreya başûr welateke ewropa yan jî amrÎka tercîh bikira. bi taybetî swêd, îngilîstan, qenada, awistralya.



27.09.2023 08:47 | cinorek

4. pirseke seyr e ji ber ku welatên ewropa di nav xwe da jî pir cuda ne. îja tir li ku das li ku? kore li ku ewropa li ku?



28.09.2023 23:42 | kurê xelkê

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
hişê çêkirî [3]
Bawer im dê barê mirovan gelek gelek siviktir bike, dê dema karan kurt...
operasyona t4 [3]
an jî action t4. Zarokên ku li gorî fermanê dimeşin bêyî ku zanibin...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Hanî Mojtahedy-Gulbarîn
...
hişê çêkirî [1]
Elon Musk: Heta dawiya sala bê wê hişê çêkirî ji yê mirovan derbas bik...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Em Dê Şorbeyekê Vexwin Ez dibêjim nêr e, Tu dibêjî bidoşe ...
belki ev jî bala te bikişînin
» ewropa an koreya başûr?
» koreya bakur

Kategoriyên mijarê:: cihuwar jiyan cand ekonomi cihuwar jiyan cand ekonomi cihuwar jiyan cand ekonomi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî