1. Yekemîn rojnameya kurdî ye. Bi zaravayê kurmancî hatiye derxistin. Damezrênerê wê, kurê mîr bedirxan mîkdad mîthat bedirxan e. 22 avrêl 1898 da hejmara yekem derketiye û ji ber wê jî 22 avrêl wek "roja rojnamevanên kurdistan" tê pîroz kirin. Hejmarên navbera 1-5 da li payîtexta misir kahirê derketiye. pişti mirina mîkdat mîthat, bi destê birayê wî evdirehman bedirxan hejmarên din bi rêzê; cenevre, london, folkestone û dîsa cenevre tê derxistin û sala 1902 hejmara 31. û ya dawî derdikeve. Serê pêşî 15 roja carekî derdikeve lê paşê mehê carekî derdikeve. Min cihekî xwendibû ku digot mîkdat mîthat bedirxan û evdirehman bedirxan hejmarekî rojnamê şandine stenbolê ku bidin ber hikûmet û padişah da ji ber ku ew jî hember nesenin û jê re piştgirî bidin lê piştî şandinê rojname ser erdê osmaniyan tê qedexe kirin. Ev îdda nizanim çiqas rast e lê biryara qedexe kirina rojnamê hatiye hildan. |
|
09.07.2022 01:39 ~01:42 |
pêşewa
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |