Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 60 peyam
leşkerên klonî - tirşik
leşkerên klonî
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. an jî leşkerên klonkirî. ew yek ji fikrên ecêp ên ji star warsê derketî ye. star wars, ji serkaniyê xwe, her dem tije fikrên ecêp û nedîtî bû. death star, şura ronî(light saber, sorry bo wergerê, pergala jedi'an, komara galaktîk hwd.) çend hebên ji ew fikrên fûtûrîstîk in ku belkî jî yê herî zefh bala min kişandiye ew leşkerên klonkirî ye. ew fikr yekem ji alî kî hatiye derxistin nizanim lê cara yekem derhêner û avakerê star warsê george lucas xistîye sînemayê. di fîlmê star warsê dûyem a star wars episode ii: attack of the clones de derketine holê.

ew di zanistê de jî mijarek girîng e. di fîlmê de klonan, xelkê gêrstêrka kaminoyê ava dikin. em ji wan hîn dibin ku hemî klon ji genetîka mirovêkî(jango fett) hatine kopîkirin. ew donor -xwedîyê genetîkê- şervanê navdartirîn ê galaksîyê bû. loma jê kirin donor. lê genetîk sedî sed eynî nehatîye kopîkirin, ji bo şeran hinek hatine guhertin.

heger rojekê mirov di zanistê de bigihîje vê astê bawer dikim niqaşên mezin derkevin. ji ber ku ew qasî zanistê, meselê felsefêyê ehlaqê ye jî. di peyama klonê de hatî behskirin klonan bi gelek merivan tiştek nebaş e. bifikirin ku mirovek tenê ji bo şerê hatîye afirandin û mezinkirin. paşeroja wî bi merivên din were hilbijartin. belê, ew bi rastî ne ehlaqî ye.

kanê em bibînin, paşeroj nîşanî çi me re bide...



14.04.2022 15:25 ~21:43 | heval.js

2. Yek ji beşa xebatên biyogenetîk ê ye. Klone kirin mijarek û xeyalekî nû nîne û tê zanîn zanistvan li vî mijarîda pêş ketine. Çiqas astengên biyolojîk rakiribin jî astengên etîk û polîtîk hê dimînin. Rêveberiyên li cihanê gelek qedexe danîne mijarên biyogenetîk, bila çewt neyê fam kirin xebat hemû qedexe nekirine xebatên ku bin qontrola wan da nebe qedexe kirine. Lê ez bawer nakim pêşerojê de dewletên cihanê tiştekî li mijara artêşî de guman li klone kirinê bigirin. Ev deh sale me dît kû êdî artêşên mezin ber bi teknolojiya bêmirovbûnê diçin. Piştî dronên bi çek û bêmirov niha prototîpa tankên bêmirov amade kirine û ser xebata balefira bêmirov mijûl in.



14.04.2022 21:35 ~21:40 | pêşewa

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» leşkerên klonî

Kategoriyên mijarê:: sinema zanistitenduristi teknoloji sinema zanistitenduristi teknoloji sinema zanistitenduristi teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî