Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
fişalkirîbûna hejmara peyvan ya wîkîferhengê - tirşik
fişalkirîbûna hejmara peyvan ya wîkîferhengê
(4) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. rewşek acizker a ku gelek caran bala mi kişandîye ye. bi saya kurdîhezbûna min gelek cara rêya min dertê ferhenga wikîferhengê. ji bo lyricên stranekî, nivîsên pirtukeke anjî peyameke tirşikê re diçim vê derê û kolana peyvan dikim. bi alî agahîyan ti problem tûne ye lê rûpelên peyvan pir bi problem in. wekî mîna ez peyva kavir digerim, "kawirr, kavir, kavirr" dertên. wekê "hêşîn û hêşin", "vîyan, viya, û viyan" filan bvn... belkî sed cara vî halî dîtime. çi wextê rûpela dayikê ya wikiferhengê dibînim, ku serê de 700 hezar peyv hene hatî nivîsîn, ev rewş tê hişê min xemgîn dibim.



11.04.2022 00:28 ~00:29 | heval.js

2. Mijara ku min bi xêra wê gotina rûpela dayikê bihîstiye*

Kuro rûpela dayikê çi ye ji bo xwedê? Xwezî te ji bo vê peyvê jî li ferhengê nihêrî bûna mala te.

(bnr: serrûpel)

Edît: herwiha fişalkirîbûn jî peyveke nû ye ez dibêm qey.



11.04.2022 06:52 ~06:54 | xabûrî

3. îdîayek belkî piçekî rast e lê ne acizker e. di vê navberê de hejmara peyvan bûye 738.000 *
weke mînak em li rûpela xwişkê binêrin: Here lînkê
di vê rûpelê de ji bo van varyasyonên vê peyvê lînk hatine dayîn: xak, xang, xîşk, xu, xuh, xuşk, xûşk, xweh, xweng, xweşk, xweying û xwîşk. ji xeynî xweşkê rûpela hemûyan jî tije ne. rûpela hinekan tenê ji hevokekî pêk tê: "Binêre xwişk."
ev jî bi rastî jî hejmara rûpelan fîşal dike. lê tiştek ku bê kirin tune, an jî di vê meseleyê de dek û dolab tune. ji ber standartnebûna zimên rewşek wisa der tê. ku em ji van varyasyonan tenê yekê hilbijêrin û rûpela yên din jê bibin, dibe ku gelek kes nekarin bi varyasyona di destê xwe de, xwe bigihînin versîyona berbilav/standart.



24.04.2022 16:01 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» fişalkirîbûna hejmara peyvan ya wîkîferhengê
» hejmara kesên min dişopînin

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî