Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
12.03.2022 konsera harûn elkî ya amedê - tirşik
12.03.2022 konsera harûn elkî ya amedê
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Gelek xweş û bi coş bû.
her wiha bû wesîleya civîna tirşikê. ez, endazer, brusk56, xeyda, gelawej û rênas li cem hev rûniştibûn. resul bafeyî jî li wir bû lê haya wî ji vê civînê nebû. tenê di dora wcyê de em piçekî axivîn.

min cara ewil Harûn Elkî zindî guhdar kir. performansa wî bixwe gelekî baş bû. hevalên wî yên ku enstrumanan bi kar dianîyan -di karê xwe de helbet serkeftî ne lê- aşkere bû ku tam ne serwextî stranên Harûn bûn. dîsa jî performansek gelekî baş derket holê.
ne xelet bim tenê stranên xwe, yên kerem gerdenzerî û yên ciwan haco xwendin. jixwe bo qasî me îstîxbarata wê stand, maseyek ku ji çend mêr û jinên extîyar pêk dihat, tev mirovên ciwan Haco bûn.

konser li xana mey bû, ji ber ku ne cihek mezin e, tije bûbû lê belê Harûn hêjayî girseyên dehhezarî ye ya rastî. ji bo wê Xemgîn bûm ya rastî. lê dizanim ku Harûn guh nade vê yekê, jixwe ne wisa bûya, nedikarî ev qas salan li ser rîya xwe bi tena serê xwe bimeşe.



14.03.2022 22:36 ~22:39 | simurg56

2. Konsereke gellekî xweş bû. Heçiyê nehatinê divê li çokan xin * Cara ewil e min bi awayekî zindî harûn elkî guhdar kir. Çi dengê wî çi şova wî ya li ser dikê û sazbendên pê re lê didan ji tevan re mam heyran, şaş û metel. Piranî stranbêj di konseran de bi qasê qeydan zelal û baş nastrên lê harûn elkî berevajiyê xweştir û xurttir distra. Hema bêje carekî nelikûmî, xwe şaş nekir an dengê wî neket, nelerizî. Bi rastî jî di bayê starekî de ye û gellekî jêhatî ye. Ji ber wê heyfa min jî pê hat ku di cihekî wisa teng û biçûk de konser dida lê mixabin tiştek ji dest nayê.

Û wek sîmûrg jî di peyama ewil de behsê kiriye ev konser ji aliyekê ve jî bû cihê rasthatineke xweş. sîmûrg56 jî tev de çend nivîskarên tirşikê li wir bûn. Hebûna wan ew der germtir û xweştir kir. Bi taybet jî inyada brûsk56 û rênas ya ji bo strana “bê te naçim”ê ez gellekî dam kenandin û rengek da konserê. Çendîn bi qarîn û lavayî xwestin harûn elkî wê stranê bêje lê harûn ji ber ku li ser nexebitîne negot.dawiyê piştî konser qediya me dît ku bi xwe çûne li ser dikê, girtine mîkrofonê û wê stranê bi hev re dibêjin * axirê şeveke xweş bû.

bê te naçim




15.03.2022 00:20 ~00:20 | xeyda

3. tevî gelek astengiyan wek rewşa hewayê em jî ketin ser rê û çûn dengê harûn.
min beriya niha harûn zindî guhdar nekiribû lê min pêşbînî dikir ku wê şev û ahengeke xweş be. li cihê ku wek enstrûman baterî û elektro gîtar û wek vokal jî dengê harûn hebe ji xwe li wir mirov guh nade nîr û hevsarên civakî û hebsa gundî û cîranan û bêtir jî nirxên çanda tu li nêv rabûyî û mezinbûyî, wisa jî bû û bêtir jî di qonaxa duyem ya konserê de gelek kesan mase dan aliyekî rabûn ser lingan û heta dawiya konserê xwe hilavêtin, bi çol û coşa harûn ketin, lingê wan ji erdê nedigirt, xwêdanê da bin qûna wan.
cihê konserê teng bû lê ji cihê konserê bêtir sehne bi xwe gelek teng û biçûk bû, ji loma nekarîn zêde bi enstrûmanên xwe şovê bikin. erê wek li jor jî hatiye gotin performansa wî ya zindî gelekî ji ya albûman çêtir bû. ew bi xwe jî di hevpeyvîneka xwe de dibêje mûzîka min hew ji sedî 60 li albûm û stûdyoyan hiltê ji sedî 40ê mayî dimîne ji bo ser sehnê. pergala deng jî pir giring e û di vir de divê heqê kafeyê bidim pergaleke baş û birêkûpêk ya deng ava kiribûn ku mirov pir xweş dikarî dengê her enstrûmanekî û dengê harûn bi zelalî bibihîse. lawikê baterîst zehf jêhatî û serkeftî bû, carekî bi rêvekirina harûn şoveke xweş kir. belkî ji ber sehneya teng belkî ji ber ku koma wan komeke çend mehî bû herdu lawikên gîtarîst zêde nekarîn şoveke solo bi gîtara xwe bikin.
mixabin bazara zimanê kurdî ew qas qels û feqîr e ku çi çalakiyên bi vî zimanî çêbin çi wek guhdar û dîdar çi jî wek beşdar heman reng û rû hene, herkes pêl lingê hev dike, li bin guhê hev dikeve. ji loma çi ji tirşikê çi ji platformên din yên kurdî gelek nas û dost hebûn. bi vî awayî bû nizanim çendemîn civîna nivîskarên tirşikê.
kafe û xebatkarên kafeyê kubar bûn û ji bo tiştekî bifiroşin zext li ser mêvanan nedikir.
simurg56 hemû stran ji ber dizanîn lê nekarî heqê porê xwe yê dirêj bide ez jê li hêviya headbangek çêtir bûm *

beşek ji konsertê ji bo yên nekarÎne biçin dîwana dengê harûn:





15.03.2022 14:38 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
tehdîdên kurdî [1]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» 12.03.2022 konsera harûn elkî ya amedê
» konsera özcan deniz ya li îsraîlê
» harûn reşîd

Kategoriyên mijarê:: muzik muzik muzik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî