Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    6 mijar û 8 peyam
    şerê apoîst û berzanîstan li ser twitterê - tirşik
    şerê apoîst û berzanîstan li ser twitterê
    (8) (1) (1)
    di mijarê de bigere

    1. Şerekî qirêj û bêehlaq yê bi devavêtin û gefan li ser odeyên twitterê an twitter spacesê tê kirin. Ev serê çend roja ye bi vî şerê wan hesiyam lê wer xwuya ye, bi salan e ev şerê wan yê bêwate didome.

    Aliyê berzanîst odeyekê vedikin û hema dijûna li apoîst û apo dikin. Dijûnên herî kirêt yên ku bên hişê we bikar tînin. Wan bi firotina kurdistanê û îxanetê sûcdar dikin.

    Aliyê apoîst jî dîsa bi heman şêwazî heman tiştî dikin. Îro wêneyê dayika yek ji wan barzanîstan bi dest xistibûn û li ser navê wê hesabek vekiribûn. Odeyek vekiribûn û her du alî ji hev re dijûnan dikirin.


    Em jî dibên ka kurdên me li ser înternetê li ku ne? Çima tirşik xalî ye? Çima heya îro me nekariye welatek ava nikin? Çima em tên bişaftin? Filan û bêvan...



    09.03.2022 03:21 | tîrêj zana 21

    2. (bnr: ger hûn nebin yek, hûn ê herin yek bi yek)



    10.03.2022 12:20 | pîroz

    3. tev qurbana şakiro bin.



    11.03.2022 04:35 | ezcan

    4. Mijar şaş hatiye vekirin.
    Ewên bi apociyan we şerê dikin başûrî ninûn. Tew eleqeya wan bi barzanî û pdkê we jî tinne ye.
    Dive wisa be:
    (bnr: şerê apocî û neteweperwerên bakûrî)

    kêfa min tew ji şêweya her du aliyan jî nayê. Bi dujinan mesele çareser nabin.



    12.03.2022 19:35 | elaziz izzetpasa camii

    dengdanên dawîn (yên din..)
    05.02.2023 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê [2]
    (bnr: nivîskarên ku mixabin ne li amedê ne)...
    05.02.2023 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê [4]
    ji zû de ye li tirşikê civîn çênabin. ez ê vê hefteyê heta dawiya heft...
    05.02.2023 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê [2]
    Civîna ku xwezî ez jî nêzîkî li wan deran bûma min ê jî tevlî wê bibûy...
    navên pîrejinên kurd [2]
    wetfa besra nebya sara rebû'ê...
    çetin kotan [3]
    Li nexweşxaneya zaningeha li wanê da profesorê bijîşkiyê ye. sala 1963...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » serê min bû hevîrê teyştê
    » şerefa wendabûyî ya katharina blum
    » twitterên kurdinûs

    Kategoriyên mijarê:: siyaset siyaset siyaset
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî