Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 8 peyam
tirşik îlan - tirşik
tirşik îlan
(8) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Di bin vê mijarê de, îlan, daxûyanî û reklamên ku dibe ku bala nivîskarên me bikşînin tên kirin.

Minak; (ji peyama ezcan xanîm hat edît kirîn, facebook/138814)
*****
Daxûyanî:
şîrketa facebookê ya di bin banê şîrketa metayê de li dublîna ayrlendê ji bo kurmancî îlana kar daye.
destûra zanîngehê yan jî ji salekê zêdetir tecrûbeya pîşeyî di kargehekê de.
Şert û merc:
(1) bi awayekî fesîh zanîna nivîskî û devkî ya zimanê ingilîzî.

(2) zanîna bi kurdiya nivîskî û axaftinê (zaravayê kurmancî), pêwendiya berdewam bi civaka kurdên tirkiyê re û zanîna berfireh a çand û pratîkên wan yên civakî.

(3)haydarbûna teknîkî û daneyan wekî excel û sql ligel amûrên dîtbariyê yên wekî tableau re.

Lînka beşdarbûnê:
Here lînkê
****



28.01.2022 09:13 ~09:14 | cinorek

2. mijara ku serdozgeriya komarî ya tirşikê di derbarê wê de lêpirsîn dayê dest pê kirin ku bê ka li gorî formatêye an na. herweha tê gotin di dîroka tirşikê de li ser vê meseleyê biryarên emsal yên dadgeha navendî ya tirşikê hene ku berê biryar li ser erêbûyina mijarên tirşik forûm û tirşik translate dabû. baroya xarpêtê piştgiriya xwe ji bo vê dozê diyar kiriye û gotiye ewê heya dawî şopînerê dozê bin.

nîşe: xwuya ye wê keyomerd destê xwe li vê mijarê jî bigerîne.

(bnr: bangewazî)



28.01.2022 12:23 | tîrêj zana 21

3. şerîkeya re:coded ku navenda wê li hewlêrê ye, ji bo stenbolê îlanek bi vî rengî daye: Here lînkê

heke hûn...
Di derbarê mîsyon û nirxên Re:Coded de dilsoz bin
Tecrûbeya organîzekirina bûyerên online yan kesane yên wekî atolyeyan hebe
Xwedî jêhatîbûnên rêxistinî yên awarte û hûrgulî bin
Zehmetiyên ragihandinê yên bi îngilîzî, hem nivîskî û devkî, ligel wê yek ji zimanên erebî, kurdî an tirkî ragirin
Li herêma Rojhilata Navîn an jî nêzî wê bin
Ji bo rêwîtiya xwendekarane dilê we hebe
Bi motîvasyon û bi israr bin
Xwedî zihniyetek erênî bin

Xalên bonus heke hûn
di qada Çavdêrî û Nirxandinê de xwedî ezmûn bin

ev kar ji bo cenabê we ye.



02.03.2022 23:05 ~23:05 | ezcan

4. heger difikirin li sakaryayê di kompanyayekê Call Centerê de wek Nûnerê/a kurdî kar bikin, fermo: Here lînkê

şert û merc:

telefonên xeta Alo 183 an Alo 144; dê bersivê bide, li pergala ragihandinê ya navenda bangê qeyd bike;

Bi kêmanî mezûnê/a lîseyê



15.03.2022 05:42 ~05:43 | ezcan

5. ji bo Projeya ERC (European Research Council) li Beşa Lêkolînên Rojhilata Navîn a Zanîngeha Cambridgeê kordînatorek divê: Here lînkê

Kordînator dê bi ekîba lêkolînê ya projeya ku ji hêla ERC ve hatî fînansekirin bi navê ALHOME di bin rêberiya Profesor Geoffrey Khan de bixebite. Proje armanc dike ku rabirdûya tevlihev, sosyo-dînî ya civakên aramîaxêv û kurdîaxêv li rojavayê Asyayê bi lêkolîna dîrokî û pêwendiya zimanên wan ji nû ve ava bike.

karên sereke yên bi wezîfeyê ve girêdayî ev in:

Kordînasyon û çavdêriya rêveberiya projeyê.
Bi barkirina tomar, daneyên nivîsê û wêneyan databasa projeyê û malperê pêşve birin û çavdêrî kirin.
Kordînasyon û organîzekirina çalakî û bûyerên têkildarî projeyê.
Di hilberîna raporan de alî kirin.
Rêveberiya darayî ya projeyê pêk anîn.
Çalakiyên ragihandinê yên girêdayî projeyê çêkirin.
Rêvebiriya HR (Human resource) û çalakiya têkildarî mûçeyê.

şert û merc:

tecrÛbe ji bo wezîfeya îdarî ya ERC.
zanîna Microsoft Office.
Plansazkirin û jêhatîbûna rêxistinî.
Zehmetiyên navpersonal û ragihandinê.
bi awayekî fesîh zanîna zimanê ingilîzî.



19.03.2022 22:57 | ezcan

6. bianet ji bo beşa kurdî ya li amed Û wanê îlan daye Here lînkê

şert û merc:

tecrubeya amadekirina nûçeyên bi kurdî û tirkî
bi awayekî fesîh wergerandina nûçeyan ji tirkî bo kurdî di asta zimanê zikmakî de
şopandina medyaya bi kurdî
jêhatîbûna li ser platformên medyaya civakî ji bo parvekirina nûçeyan
Zanîna teknolojiyên medyaya nû
ji bo di pêvajoyên edîtoriyê meyldariya hevkariyê
amadebûna ji bo rêwîtiyan
Bi kêmanî mezûniyeta ji zanîngehekê
li amed an jî Wanê bi cî bûn

Namzedên eleqedar divê heta 22.08.2022an roja Înê heta saet 17.00ê bi navnîşana Tora Ragihandinê ya Serbixwe idari@bianet.org re nameya xwe ya niyetê wek yek rûpelî bi Kurdî û cvyên bi Kurdî û Tirkî, di e-mailê de bi serenava “Kürtçe Muhabir” bişînin.

Tenê bi namzedên ku di pêşhilbijartinê de derbas bibin dê têkilî were danîn.



30.07.2022 07:58 ~07:59 | ezcan

7. Îlana karî li malpera weqfa mezopotamyayê ji bo sê kesan

Here lînkê



18.08.2022 17:17 | mirovekirind

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
biwêjên kurdî [1]
Pêşa min vekiriye: kesek bixwaze ji yê/a hemberê xwe re bêje t...
sira sibê [1]
herwiha mûzika vê belgefîlma serkeftî ye. (lînk: https://www.dailymo...
siyaksares [2]
qralê sêyemîn ê meda ye. kurê fraortîs û neviyê qralê yekem dî...
kurmancî [5]
zimanekî ecêb e. carinan dibêjim rewşa wî pirr xirab e , ji hev ketiye...
rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê sûriyê [2]
Navê rojavayê kurdistanê yê fermî ye. Ji parêzgehên qamişlo, (...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên ku meriv dike nake nikare di vbnr û bnr yan de navê wana rast binvîse
» îlana elîya

Kategoriyên mijarê:: nuce tvradyoqenal tvradyobername geruturistik cihuwar xwarinmekan xwarinvexwarin ziman komputerprogram komputer tiyatrolistik tiyatrolistikvan tirsik jiyan anket cand teknoloji yendin nuce tvradyoqenal tvradyobername geruturistik cihuwar xwarinmekan xwarinvexwarin ziman komputerprogram komputer tiyatrolistik tiyatrolistikvan tirsik jiyan anket cand teknoloji yendin nuce tvradyoqenal tvradyobername geruturistik cihuwar xwarinmekan xwarinvexwarin ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî