Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
şerefa wendabûyî ya katharina blum - tirşik
şerefa wendabûyî ya katharina blum
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. romanekê polîsiye ya heinrich böll e ya li ser meseleya rojnamevaniyê û berpirsyariya wan li hemberî kes û kusên mijara nûçeyên wan dike. di vê romanê de jinikekê ciwan ji ber sûcdarekî tê vexwendin navenda ewlekariyê û îfadeyê dide polîsan. rojnamaya "die zeitung" a ku di romanê de timî bi herfên girdek wekî "rojname" hatiye wergerandin, dest bi şîrovekirina vê dozê dike û bi çavekî neyînî û xerabkar hemû jiyana katharina çarşef bi çarşef diweşîne û gotinên baş ên kesên dora wê ne, xera dike û vediguherîne berevajiyê wê. bi vê hemû qezencên jinik badilhewa dibin û hemû têkiliyên wê yên civakî hildiweşin û dayika wê ji qehran dimire. hîç ne spoiler e, jinik radibe û tola şeref û xeysyeta xwe hiltê û rojnamevên dikuje ê ku hemû bextreşiyê bi destê xwe diçînin jiyana wê.

di esasê de di romanê de tu surpîzekê berbiçav tune ye. ya nivîskar dike, bandora rojnameyan a li ser civakê raxe berçavan ên ku xwe li paş "azadiya rojnamegeriyê" vedişêrin û di salên 60 û 70an de ji bo meşandina polîtîkaya antî-komunîzmê ya hikûmeta almanyayê wekî navgîn têne bikaranîn û dibin navenda bextreşî, peyvavêtin û neheqiyê. (li vir zaytung-a tirkî bila were bîra we û bawer im navê vê malpera tirkî ji vê romanê tê.) her wiha, di dawiya romanê de herçiqas lehenga sereke tola xwe hildibe jî tahliyekê mayînde di devê min ma. (te dî- billie ellish bi dengekî tarî û depresîf dibêje "hello welcome home" hah di dawiya romanê de bi vî rengî xweşî tê -heke em karibin jê re bibêjin xweşî.)

em werin ser wergerê... xwendina romên gelek zehmet e. ev ji ber teknîkên honandina nivîskêr e. hinin beş hene, rasterast tenê raporên navenda ewlekariyê ne, hinin beş rasterast nivîsara rojnameyê ne û hwd a ku min ji pêşgotinê fêm kir, werger ji bo xwendina kurdî hêsantir bibe, gelek, midaxeleyî şeklê resen kiriye. dîsa jî roman xwînereke çavvekirî û lixwemiqete dixwaze. bi ser vê zehmetiyê çêtirdîtina guhertoyên peyvên kurdî ya wergêr heye. wekî têt, divêt, wîne(bîne), weqa(hewqas) û hwd. dîsa di nîvê romanê de çavê mirov wan nas dike lê îja zehmetiya fonta romên heye ku bi rastî xwendinê dijwartir dike. weşanên nûdem di vê pirtûkê de fontekê mê bi kar aniye, ya ku şivikên herfên mîna l, k, h hwd dirêj in û piçekî girover û destxetî ne. erê xweş in lê belê ji bo xwendinên dûr û dirêj ne baş in. û ev çêtirdîtin çavên min betilandin bi rastî. bijî awayê times new roman!*

û
bi saya vê romanê hinin peyv hîn bûm: xwebêj. tu carî rastî vê peyvê nehatibûm û bo peyva "wate, mane"; peyva boke nizanîbûm ku ji bo "leheng"; peyva etûr ji bo durum-a tirkî hatine bikaranîn.



27.01.2022 15:41 ~16:05 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» şerefa wendabûyî ya katharina blum

Kategoriyên mijarê:: weje pirtuk weje pirtuk weje pirtuk
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî