1. li bakurê kurdistanê û li tirkiyê bi awayek cemed û seqem derbas bû - dibe. li gor salên berê sartir û şilîtir derbas dibe. piraniya şilîyê weke berfê barî. li serhedê, botanê û li herêma zagrosê ji 3 hezaran bêhtir riya gundan hate girtin. taybetî li serhed û colemêrga zagrosê berf bi ser wesayît û xaniyan kete. li bajarên ku ev çend sale berf lê nebariya bû jî berf bariya. heya li navenda hesekêya rojava jî berf barî. herweha bajarên tirkiyê yên weke stembol û antalya jî di bin berfê de man. |
|
27.01.2022 02:41 |
tîrêj zana 21
|
2. li gor xebera pêşiyan çileya erbeîn wihareng e. ya ecêb çileya kurdî jî 40 e, erbeîna erebî jî 40 e. |
|
27.01.2022 22:36 ~2022.01.28 00:03 |
ezcan
|
3. Çileya ku nahêle dest û nigên mero heta di nav lahêfan de germ bibe. Xwedê zani ajalên ku li derve ber vê sirûseqemê de dimînin çiqas tehdê dixwin. Û gava ku nava wan vala bî yanî birçî bin 2 carî ji wan re zehmet e. |
|
28.01.2022 11:54 ~11:54 |
pîroz
|
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1] |
|
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1] |
|
afroamerîkî [1] |
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |