Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 86 peyam
dersa kurdî hilbijêre! - tirşik
dersa kurdî hilbijêre!
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Banga ji bo zêdekirina eleqeya dersa kurdî ya bijarte ya li dibistanên hevpar e. bi taybetî li ser twitterê bi tagên hanê gellek kesan piştgiriya kampanyayê kir:
#kurdîhilbijêre
#dersakurdî
Ez hêvî dikim sala tê hijmara zarokên dersa kurdî hildidin gellek zêde bibin.
***
Dive li ser tirşikê jî piştgiriya wê bangê be kirin.



16.01.2022 15:19 ~15:19 | cinorek

2. encam: 1.5 heb mamosteyên kurdî hat şandin.



16.01.2022 15:23 ~15:24 | heval.js

3. îsal jî weke her sal #kurdîhilbijêre



13.01.2023 15:57 | pirtûkhez

4. Hezkurd li ser vê gelek xebatên xweş dike, him di warê torên civakî him jî di kolanan de dixebitin. Lê tevî xebatên hezkurd û sazîyên din û kesan dîsa jî bala li ser zimanê kurdî kêm e. Kurd bi milyonan in lê zarokên kurd yên ku waneya kurdî ya bijartî didîtin derdora bîst hezaran bû( sala borî) yanî di navbera van her du jimareyan de bi qasî çiyayên Zagrosê û girên biçûk ên li gundê me ferq heye. Di Dema pêvajoya çareseriyê de qasî heştê hezar xwendekaran ev waneya bijartî hilbijart ev jimare jî têrker nîn e mixabin. Em hertim gilî û gazincan dikin, dibêjin:" wey nizanim zimanê me qedexe kirin, sûcê me tuneye. ma dersa kurdî hebû me nexwend?"Û hwd. Lê divêt em li xwe binêrin, gava me li xwe nêrî emê bibînin ku alîyê herî zêde sûcdar em in. Yanî wekî ku her demê dibêjim miletê me di gelek mijaran de tiştên bêaqilane û xemsarîyek mezin dike, ev mijara jî ji wan mijaran e. hêvî dikim di demek herî nêzîk de em parîyek hişê, ji xwe re peyda bikin wek milet û ji vê rewşa reş rizgar bibin. Û hêvîdarim îsal zarokên ku tevlî waneya zimanê Kurdî dibin dê zêdetir bin(hêvîya min pênç sed hezar e.). Ya bi xêr..



15.01.2023 01:50 | bayê xerbî

5. Îsal gellek partî û rêxistinên cûda piştgirî tidin vê kampanyayê. Ez hêvî dikim ku encamek baş derkeve.

Herwiha Sefqan Orkêş ji bo balê bikişîne ser dersên hilbijartî yên kurdî stranekê parve kiriye.

Here lînkê

Em weke nivîskarên tirşikê çawa dikarin pişgiriya wê kampanyayê bikin?

Here lînkê



09.02.2024 13:46 ~13:57 | cinorek

6. (bnr: hilbijert)



10.02.2024 22:49 | kuresharke

7. Bi baweriya min divê zarokên me dersa kurdî hilbijêrin û divê em bi zarokên xwe dersa kurdî bidin hilbijartin, çunkî windakirina ziman jî windakirina azadiyê ye.



11.02.2024 08:37 | boracasli

8. seroka komîsyona ziman ya dem'ê ragihand ku ew bi hişyarî nêzî dersa bijarte ya zimanê kurdî dibin. Qebûlkirina dersa hilbijartî tê wateya paşve gav avêtin ji daxwaza perwerdeya mecbûrî ya kurdî ye. Her wiha perwerdeya kurdî di bin navê zimanên zindî de tê dayîn, ne bi navê kurdî. Ev rewş hîn bi temamî bi qanûnê nehatiye parastin. Ger hikûmat bixwaze dikare ji nişka ve astengîya derxe. Welhasil ji ber van sedeman enerjîya xwe bihêz nadine vê bangê.
Li gor min dersa hilbijartî ji tunebûnê baştir e. Erê, daxwaza perwerdeya mecbûrî di cih de ye lê divabî derfetên vêga hene ber avê re neyên avêtin. Çimkî diyar e ku em nikarin bi carekê de tu mafan bi dest bixin.



11.02.2024 16:40 ~16:41 | çaya germ

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» dersaadet
» kurdîya helloyê

Kategoriyên mijarê:: nuce ziman nuce ziman nuce ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî