1. rewşa ku va sê çar meh e tê de ber xwe didim e. |
|
17.12.2021 21:00 |
xwelî li ser
|
2. Ezab e. Piştî hînbûna jiyaneke azad û bêpirsyarî vegera malê ecizîyeke mezin bi xwe re tîne. Ne ji malbatê kesek ji te fêm dike, ji xwe derdekî wan ê wiha jî tuneye. Û tu bi xwe jî serî li xwe mezin dike. Bêkarbûn, tunebûna derdoreke sosyal, tadeya malbatê, aborî... Hêvî dikim tu zû ji vê rewşê xilas bibî. |
|
17.12.2021 21:19 ~21:23 |
dewbir
|
3. ger li malê bi hevalan re bijî û piştî salan werî malê wekî dojeh e. azadiya te qut dibe, hema hesabê didî her kesî. çavê her kesî li te ye. jixwe tu pere nexî malê zahftir pîs e. malbat te wekî bar dihesidîne. |
|
17.12.2021 22:01 |
zelalê
|
4. rewşa ku aniha ez tê de me, lê baş e ku bi salê temamî ne li malê me. wekî din teqez ez ê dîn bûma * |
|
18.12.2021 01:51 |
merwano
|
5. nivîskarên min mezintir yê rind bizanibin ku waxtê hinek dem ser qedandina zaningehê derbas dibe êdî mirov ji xwe jî "xwendekarîya xweyî berê" bawer nake. |
|
18.12.2021 08:39 |
doesntmatter
|
6. Rewşa ku ez ê jê xerîb bimînim. Min zaningeh nêzîkî mala xwe derxistîye ji ber vê yekê ger pêdivî çênebe ez ê heta pênc şeş salan jî li bajarê xwe bim û ji mala dîya/bavê xwe dernakevim. |
|
18.12.2021 14:16 |
pîroz
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
xwarina herî xweş [1] |
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [2] |
|
wedat aydin [1] |