Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    13 mijar û 13 peyam
    piştî ku zanîngeh diqede hatina malê - tirşik
    piştî ku zanîngeh diqede hatina malê
    (0) (0) (0)
    di mijarê de bigere

    1. rewşa ku va sê çar meh e tê de ber xwe didim e.

    cara ewilî xweş e. mirov ji kar û barên malê xilas dibe. ji hêla aborî ve jî rehet î. lê piştî demekî mirov dibêje xwezî di nav wan karên malê de bi xîzanî jiyabama lê serê min rehet ba.
    çi ne ev demên hanê:
    1. qelebalix. piştî wê aramîtîya deng û şerê zarok û malbatê mirov dixwaze her tim bi berguhk be li malê.
    2. çi tişteke te yî taybet tune ye. tu nikare odeyek tenê bike ya xwe. ji xwe ev di mala kurdan de ne pêkan e. "ma kure axê yî?!" temam bila em du kes bin di odeyek de. ez dixwazim tiştek min danî be kû de, heta ez dîsa rajim bila li wir be. na tişteke wilo li vir ne mimkin e. tu nikare derî jî qufil bike. nahêlin em özerlik îlan bikin wey!
    3.berpirsyarîya xwişk û birayan. derdê me ne bes e. vêca bi derdê wan re jî mijûl dibim. mekteba wan xwendina wan. mecbûr im. nikarim bêjim elaqê min jê tune. dilê nahêlim. dê û bav nezan in. jiber wê barê wan li ser te ye.
    4. elaqê xwe ji her tiştê te tênin. vê bixwe vî li xwe ke wilo neke. yaw ez 26 salî me. riha min spî bûye. hûn dawa çi li min dikin?
    5. her tiştî cara ewilî dixin stûyê te. mezinê malê ez im. bila kar û barên eletewş ên ji min biçûktir bikin. ew ji min re dibêjin ez jî ji wan re dibêjim.
    6. mêvan. ê me ne bes dora we ye jî. neyên heyra neyên li wpê xeber bidin va xilas.

    bêhna min derket hinekî sps tirşik. :*



    2021.12.17-21:00 | xwelî li ser

    2. Ezab e. Piştî hînbûna jiyaneke azad û bêpirsyarî vegera malê ecizîyeke mezin bi xwe re tîne. Ne ji malbatê kesek ji te fêm dike, ji xwe derdekî wan ê wiha jî tuneye. Û tu bi xwe jî serî li xwe mezin dike. Bêkarbûn, tunebûna derdoreke sosyal, tadeya malbatê, aborî... Hêvî dikim tu zû ji vê rewşê xilas bibî.

    neden eve dönmekten ibarettir hayat



    2021.12.17-21:19 ~21:23]| dewbir

    3. ger li malê bi hevalan re bijî û piştî salan werî malê wekî dojeh e. azadiya te qut dibe, hema hesabê didî her kesî. çavê her kesî li te ye. jixwe tu pere nexî malê zahftir pîs e. malbat te wekî bar dihesidîne.



    2021.12.17-22:01 | zelalê

    4. rewşa ku aniha ez tê de me, lê baş e ku bi salê temamî ne li malê me. wekî din teqez ez ê dîn bûma *

    ev tam 6 havînê min in ku li malê nesekinîme, ya îsal hinekî bi nîvco bû lê dîsa jî îdare bû.
    ev 1,5 sale ku mezûn bûme, wek her kesê ku ji zaningehê mezûn dibe û ji aliyê kesên nezan ve ew pirsên beredayî ji min jî hatin pirsîn.
    çend mînak ji wan: ka te mektep xwend? te bê çi? ma tu bûba hemşîre, dextor ne çêtir bû?
    atamê we çawa ne?
    (piştî hin pirsan li gorî wan çend pêşniyara dibêjine we lê ez naxwazim li vir bêjim, dema tên bîra min dibe ku ez dîn dibim)

    her çiqasî diya min û bavê min zanîngeh nexwendibin jî dîsa jî dibêjin: ya çêtir hûn dizanin, heyat heyata we ye...

    her tişt li aliyekî ger îro ez li ser karê xwe ba jî, min ne dixwest di nav malbata xwe de ba, êdî pîştî azadiya ku li zanîngehê ketiye laşê me* û bi gihîştinê re mirov dixwaze ku bi tena serê xwe bijî.



    2021.12.18-01:51 | merwano

    5. nivîskarên min mezintir yê rind bizanibin ku waxtê hinek dem ser qedandina zaningehê derbas dibe êdî mirov ji xwe jî "xwendekarîya xweyî berê" bawer nake.
    wek qet xwe nebûye xwendekar û neçûye zaningehê wisa hîs dike
    zêde dirêj nekim, piştî qedandina zaningehê tiştê herî dijwar hîsa valahîyê ser xwe avîtine herge te hê dest pê kar nekirîye malbat alîkî çavê te dinêrin, tu xwe alîkî wek barekî hîs dikî hwd.
    piştî çend mehan an jî salan wek hînbûna her tiştî hînî vê rewşê jî dibî
    bi tenê qet tiştek nekirin malê rûniştin dijware bila xwedê vê rewşê nede serê dijminê min
    her tişt derbas dibe nivîskarno



    2021.12.18-08:39 | doesntmatter

    6. Rewşa ku ez ê jê xerîb bimînim. Min zaningeh nêzîkî mala xwe derxistîye ji ber vê yekê ger pêdivî çênebe ez ê heta pênc şeş salan jî li bajarê xwe bim û ji mala dîya/bavê xwe dernakevim.
    ji alîyek xweş e ji ber ku aborî xirabûye û her gavek mero pere dirije. Pê re jî ne wargeh ne tu wargeh in ne jî mirovatî maye ku mero bawerîya xwe ji yekê bîne û pê re bibe şirîkê malê.
    Axirê hevalno,
    (bnr: mala pîrê stara pîrê ye).



    2021.12.18-14:16 | pîroz

    dengdanên dawîn (yên din..)
    navên kurdî yên keçikan [1]
    Elfesya...
    ciwan haco li ser wê mijarê çi digot [1]
    Sozê te çi erzan in Gotinên te çi delal in...
    kesên di jiyana xwe de pirtûkeke bi kurdî nexwendine [1]
    Ên kurd, mirov dikare bêje kurdên nezan in. Dibistan nedîtine loma Nik...
    ciwan haco li ser wê mijarê çi digot [1]
    cotê memka wê da min....
    ciwan haco li ser wê mijarê çi digot [1]
    Çi dinyake pûç û vala....
    belki ev jî bala te bikişînin
    » piştî xwarina petêx vexwarina avê
    » zaningeha kurdistanê a sineyê
    » malê mazlûman nake xêrê li zaliman

    Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî