Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; di nav zarokan de zêdebûna bikaranîna telefonê
peyamên çepikkirî

138298. cara ewil (bnr: zeitgeist)

bi tirkî biwêjek heye jinberdan rehet e bo ezeban bi kurdî jî em dibêjin kesê ne li govendê xweş reqqas e

her çi dibe bila bibe, kengî dibînim yekî an jî yekê şîret û pendan li min dike; wilo li kurê xwe mêyzene, niza wisa neke, bila vêya mexwe bila wisa rakeve...hwd giş yan ezeb in yan jî zarokekî wî/ê tune ye. bi kurtasî yan ne li govendê ye yan ne reqqesekî serkeftî ye.

wê rojê em li qehwexanê bûn, hevalekî min î mamoste heye, mamosteyê perwerdeya taybet e, tabê hê nû dest bi kar kiriye. min dît ji min re got zarokê xwe çawa mezin dikî? niza wisa dikî? niza wilo meke, weha meke falan û bêvan.
tabê em samimî ne. min got de siktir be biteqize! çûye du sal zanko xwendiye hatiye li serê min bûye pispor pedagog!
mesele jî ev bû; yav min got kurê min hej ji peyvan û herfan dike û dipirse, em jî bersiv didin loma fêr bûye. got fêr neke, bila li dibistanê hîn be, bi du-sê zimanî bila mezin nebe falan bêvan. tabê hevalno zarokên vê serdemê giş wisa ne ez nabêjim kurê min pirr biaqil e, pakêta standart a zarokên vÊ heyamê wisa ne. ne mîna nifşa me ne. hemî mobîlîze ne...

divÊ meriv ji rihê zemÊn fêm bike. xwudê rehma xwe lÊ bike bavê min 50 sal ji min mezintir bû. dema em li qersê bûn serê sibehê diçû kar, çaxa ew diçû kar min baz dida derve. xar, qaq, bazdan, ajotina duçerxê... hwd gelek aktîvîteyên me hebûn lê îmana bavê min ji lîstokên min diçû. dema bidîta ku ez li derve, li kolanê dileyizim, pirr hêrs dibû, ez rev û rev jÊ direviyam diçûm malê. hettta hîç ji bîra min naçe, dema li kolanê me bi gogê dileyist, danê êvarî dibû min ji deh deqqeyan carekê li serê kolana ku rêya vegera bavê min ya ji karî lêbû dinêriya, seh dikir. dema min didît ku wa hêdî hêdî dimeşe tê, hama min xêtir dixwest û baz dida malê, bo ku nebîne ez li derve me.
min bo çi qal kir? ger tu ji bavê min ê rehmetî bipirsî ez ne ewladekî baş bûme,lo gorî wî divêyabû pê re şiyar bûma û pê re her ser sibehê biçûyama kar û bi wî re danê êvarî dîsa vegeriyama malê. çimkî ew wilo mezin bûbû. di şeş saliya xwe de çûbû dikana bavê xwe û dest bi xebatê kiribû. ji bo wî maneya leyîstika li kolanan, dejenerasyon bû, şûmîtî bû, harbûn bû, zarok divê wisa mezin nebûna, leyistik bazdan top falan û bêvan giş qedirnezanî û ehmeqî bûn...

meselaya tablet, pc, telefon falan û bêvan jî; nifşa beriya me dixwest em bixebitin lê em dixwazin zarokên me bileyizin, dema telefon digirin destê xwe em dîn dibin. bi taybetî jî kesên ku neketine li bin barê vî derdî, nizanin esl û fesla vê meselê çi ye û çawa tê çareserkirin.
tabî li vê derê bo min problema ku divê bête çareserkirin nîye. zarok in û dê helbet mezin bin. aniha hemî zarok wisa ne kêm zêde.
ez diçim malê pê re dileyizim lê di rojê de saetek an du saet bi telefonê dileyize, youtubê temaşe dike. feqet ne sûcê wî ye. bavê wî jî, diya wî jî di rojê de kêmtir du sê saet bi telefonê re mijûl in. ma kî ji we di rojê de kêmtir du saet van telefonên mezin bi kar nayêne? mezin bixwe nikarin xwe, îcar zarokên ku tam di orta nava vê teknolojiyê de çavê xwe vekirine dinyayê, çawa destê xwe jê biqerin?
îcar gotineke klîşe peyda bûye çêkirina zarokan hêsan e, lê mezinkirina wan ew qasî ne hêsan e... na lo!?
her kes dizane mezinkirin ne hêsan e lê di dinyê de 8 mîlyar însan hene û va giş mezin dibin zêde serê xwe pê mezin nekin. hindek ciwan jî wek îdeolojîk li vê meselê dinêrin; eger zarokê min hebe ezê wisa mezin bikim, nizanim wilo lê bikim bla bla bla... hîç wilo nabe. ev însan e ne robot e. bi muhasebekirinê mezin nabe. ne proje ye
ya mûhîm ew e; bi qasî ku ji destê te tê divê tu lê binêrî, cil, xwarin û vexwarinên wê/î kêm nekî, jê hez bikî û têkiliyeke baş pê re deynî, rêz li ber bigirî, qedrê wî zanibî, daku ew jî bixwebawer be, perwerde bikî lê kindireke teng li stûyê wî negerînî û xelas! zarok jixwe mezin dibin. telefon pc falan û bêvan tev çîrok in, rihê zemanê me wisa ye divê qebul bikî. zarok piştî wextekî jixwe dê eciz be.

not:ez nabêjim ji kar bên, telefon bidin destan û eleqedar nebin. ez dibêjim rihê zemên wilo ye, bila telefon jî bigire destê xwe, lingê wî li gogê jî bikeve, li pişta we jî siwar be.

wek nota dawî: zarokên xwe hez bikin, nekin minetdarê xwe, wan negot em bînin dinyayê, we ew anîn dinyayê, we dinyaya xwe bi hebûna wan rengîntir kir, divê hûn ji wan re minetdar bin.



08.06.2013 14:50 | simurg56