Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
bêyî dilhiştinê bersiva neyînî ji bo deynxwestinê - tirşik
bêyî dilhiştinê bersiva neyînî ji bo deynxwestinê

Navê mijarê ya ewil ev bû:bêyî hiştina dilê kesekî ku deyn dixwaze gotina na
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bawer im tê serê her kes î, hevalekî ku qet li we napirsê an jî kesekî ku têkiliya wê pê re kêm e, rojekê deyn ji we dixwaze û hûn jî naxwzin bidin lê hûn nizanin hûnê çawa bêjin na.

hevalekî min ji salê lîseyê heye, ev 6 sala em hev re nediaxivîn lê vê havînê dest bi lêgerîna kiriye. di serî de qala pera nedikir, lê vê dawiyê her cara ku digerê pera dixwaze, di serî de minê bidaba lê paşê min fikirî. ev çend sala ez nedihatibe bîra te û dema tê bîra te jî tu qala pera dike.
ev 3 carê dawî qala pera dike û her carê jî ez baheneyekê dibînim, go ne ker ba wê fêhmkiriba ku naxwazim bidimê.

ji aliyê pera ve di salê zanngehê de dilê kesekî nedihiş û dida wan lê her diçû bêhtir serê min diêşandin.

vêceeee pêşniyarê we hene ji bedêla gotina na?



08.12.2021 15:56 | merwano

2. ên ku ji bo peran li we geriyan bersivê nedin telefona wan piştî nîv saetê ji WhatsAppê vê peyamê ji wan re bişînin.
-ji ber ku deqê min tunebû ez li te negeriyam aniha ji wîfiya cîranê xwe vê peyamê ji te re dişînim tu guncav bî li min bigere.



08.12.2021 17:56 ~17:57 | giyanstêr

3. Erê ji dêvla nayê bêje nexêr *



08.12.2021 21:11 | xabûrî

4. gotina na, naxêr, nabe, nikarim, naxwazim, qebûl nakim...hwd gelek zehmet e. bi taybetî eger we careke ji caran gotibe erê, temam, qebûl; hingê meriv careke dî nikare zû bi zû bersiveke neyînî bide.
di kurmancî de gotineke xweş heye bo vê rewşê (bnr: heta serê min diêşê bila carekê pozê min biêşê)

ne bi tenê deynxwestin, her weha dema yekî radibe tiştê ku hûn bi qebûlkirinê xwe pê eciz bikin ji we dixwaze, rîca dike meriv dibêje qey ger ez bêjim na, nabe dibe ku ezê dilê wî kesî bihêlim/bişkênim. ji demeke şûnde ev dibe edetek û wek zilqê mirişkan bi te ve dizeliqe mixabin.

min di vir de hindek qala eciziya xwe li ser pirtûkên deyngirtî anîbû zimên kesên ku pirtûkan bi deyn digirin/107757

li ser gotina na, nabe; bi sedan lêkolîn hene li ser înternetê, bi dehan maqalet hatine nivîsîn. êdî dibe nexweşiyek, piştî wextekî yekî xerib jî rabe ji we tiştekî bixwaze hûn ji wî re jî nikarin bêjin na. mesela vê rewşê memûrên bankayan, xebatkarên operatoran xweş zanin û li ser telefonê bi dehan tişt ji we dixwazin û hûn jî ji ber rik, israr û rîcayên wan şerm dikin, çarneçar qebûl dikin.

rêya hêsan ew e, na! rêyeke dî tune ye mixabin hama bila dilê wan bişkê, hama bila pozê we jî pê biêşê, tiştek pê nayê.
dema meriv êdî bi xwe bawer bibe, bi na'yê şerm neke piştî demekî jê zewq û kêf jî digire.
mesela aniha kî ji min kitêb bixwaze dibêjim na nadim! şaş dibe, pê dişeqize! dibêje bi rastî tu nadî? dibêjim na nadim, ez jî memûr im tu jî memûr î ez pere digirim distînim tu jî bistîne falan. paşê bi keyfeke mezin qurtek digirim ji cixareya xwe û dûmana wê bi orgazmeke mezin li berra ezmên didim*



09.12.2021 13:13 | ferhenga şikestî

5. Ne ji bo pereyan ji bo pirtûkan ev tê serê min. Hin hevalên min, li malê gelek pirtûkên min hene dema yek tê mala min û çav lê dikeve yekcar dibêje ka ez vê pirtûkê dikarim bibim. ez jî didim û beriya biçe dibêjim ji kerema xwe piştî te xwend bîne. lê nêzî 50 pirtûkên min neanîn. herî zêde dilê min pirtûkên ku di lîseyê de bi pereyê xwarinê kin dikirî. nêzî 10 pirtûkên min ên wisa neanîn nema ku bigirîyama. bi rastî jî hin caran mirov nizane bifikire...



11.12.2021 21:36 | pênûsa westiyayî

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» bêyî nan dikarim bijîm lê bêmijar nikarim bijîm
» bersiva hemû pirsên jiyan, gerdûn û her tişt

Kategoriyên mijarê:: tekili ekonomi tekili ekonomi tekili ekonomi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî