Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
firin-ci - tirşik
firin-ci
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Li Amedê navê restoranekê ye. Tê sê sal in heye. Navenda xwe li rêya 75ê vekirin dûre li balikçilarê jî şubeyeke dî vekirin.
Piştî ku vebû û hinekî navdar bû ew hemî mişteriyên potansîyel ên buket, onur, tabier hwd... Êdî bûn mişteriyên mayînde yên vê restoranê.
Li Amedê hama bêje min li hemî xwaringehan xwarin xwariye dikarim bêjim xwarina wan ji yên hemîyan çêtir û çêjtir in. Gelek cureyên xwarinan hene. Hinekî buha ye lê dîsa jî pirr xweş çê dikin.
Li balikçilarê şubeya xwe di hemameke dîrokî de vekirin loma ji xelkê gelek rexne hatin girtin, ne şaş bim bo ku bê girtin kesinan bi rêya fermî jî serî lê dan. Xwezî li nava Sûrê avahiyên dîrokî bêtin parastin lê ez tiştekî dî bipirsim. Ma gelo çima kes dengê xwe li xana zelûyan nekir? An jî xana hesanpaşa? Ew jî ne avahiyên dîrokî ne? Ev hemam ji hemîyan çêtir e? Hemam berê Xirbe bûbû qenebî aniha hatiye restorekirin. Li hemî cîhanê ev yek heye. Şirketek dihere cihekî dîrokî Restore dike û piştre ji bo xelkê bi rêyên cuda pêşkêş dike



30.11.2019 16:27 ~16:29 | ferhenga şikestî

2. Firin- cî qasî dizanim ne balikçilarê li hember qerekola sur ê ye ya nêzîkî xana hesenpaşa.



30.11.2019 16:39 | azad30

3. Heya heyamên dawiyê ji bo taştê em diçûn wir. Dema mêhvanên min jî dihatin min dibirin wê derê. Carekî em û hevalên xwe yên dibistanê bi malbatî em çûn taştê. Heya taştê anîn em ji birçiya mirin. Gellek dereng anîn. Dema taştê hat gellek çeşîdên wan kêm bûn. Çeşîdên rîçalan, hêka bi qelî û çend cureyên penîran kêm bûn. Me got çima weha ye. Gotin, xurekên taştê nemabûn ji ber wê me ji der ve kirîn. Dinya hinekî sar bû lê klîma pê nekiribûn. Em ji sermayê mirin. Ji hingî ve êdî em naçin. Naha cihê me yê favorî yê ji bo taştê Hancî ye.



30.11.2019 16:47 ~16:48 | nan û av

4. li amedê cihekî xwarinê ku berî bikin restorant hemam bû.
cihekî xweş e û lûks e, lê ji bo xwarinê nikarim heman tişta bêjim, bi qasî xweşbûna xwarinê buhabûna wê heq nake, tenê ji ber cihê wê nirx zêde ne.
nêzîkî xana hesenpaşa ye.



07.12.2021 11:19 ~11:20 | merwano

5. (bnr: firin-ci)



07.12.2021 11:39 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» firin-ci

Kategoriyên mijarê:: xwarinmekan xwarinvexwarin xwarinmekan xwarinvexwarin xwarinmekan xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî