Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
bandora stranan li ser gelî - tirşik
bandora stranan li ser gelî

Navê mijarê ya ewil ev bû:bandora stranan li ser gel
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Stran an muzîk beşa hunerê ya herî pir bandora xwe li ser gel û mirovan çê dike ye. Ji ber ku li gor hunerên din bêhtir kare xwe bigihîne civakê. Carna stranek kare bibe rêberek ji bo netewê. Carna stranek kare nêrîna netewekê li ser meseleyekî biguherîne. Carna kare bibe motîvasyon. Carna kare mirov tevlî rêxistinekê bike. Carna bi analîza stranan şêwaza rêxistinekê kare bê fêmkirin.

Belê divê hêza stranan kêm neyê dîtin. Wekî ku şivan perwer di roportajeke xwe de gotibû: wî bi stranan hezar keç û xortên kurd şande çiyê. Mesela azerbeycan qerebax ji xwe re kiribû kul û derd. Nêzî 30 sal bû di stranan de navê wê digotin û tim di mêjiya gel de zindî dihiştin. Ta ku îsal êrîşî qerebax kirin û ji ermeniyan stendin. Nijadperestên tirk, timî daîm di stranên xwe de behsa "sêva sor" û "tûran" dikin. Di hişê gel de êrîşkarî û mêtingeriyê bicîh dikin. Ji loma niha dema hêdî hêdî xurt dibin, yekser êrîşî der û dora xwe dikin. Ji bo yekkirina dewletên tirkî an tûranî dikevin nav hewldana. Xwedî li dewletên weke azerbaycan û herêma qibris ya dagirkirî derdikevin. Li tirkmenên iraq û sûrî miqate ne. Ji ber ku çendîn sal e di stranan de ev hişmendiya osmaniya nû an dewleta tûranî li wan hatiye vaksînkirin û parzakirin.

Dema em vegerin ser stranên pkkê, em dibînin ku sal bi sal şêwaz û armancên wê guherî ne. Mesela di destpêka damezrandina wê de û heya bi salên du hezarî tim derb li serxwebûn û azadiyê tê xistin. Teql ber bi serhildan û azadiya kurdistan ji mêtinkariyê tê xistin. Behsa tolhildana sedsala û lêdana dijmin tê kirin. Avakirina dewletek sosyalîst û komunîst tê gotin. Ango mirov kare bêje stranên wê demê li ser tolhildan û derblêdanê bûn. Hewl dida guhdarvana bixe nava tevgerê yan li hember rewşa partiyê agahdar bike. Lê belê ji sala du hezarî şûnde, piştî guhertina fikrê serxwebûnê ber bi xweseriyê ve şêwaza stranan jî guherî. Êdî şêwaza stranan jî guherî. Heçwekî kete nava berxwedanekî. Ji awayê êrîşê ber bi xweparastin û berxwedanê ve guherî. Stran êdî bêhtir behsa şoreş, berxwedanan kirin. Stranên şîn û şehîdan zêde bûn. Şêwaza stranan ya êrîşkar a ku guhdarvana ber bi tevgerekî ve dehf dida êdî şûna xwe ji stranên dilşewat û biêş re hiştibû. Êdî stran li guhdarvana bandoreke nefretê ava dikir. Ji loma dema em dibînin stranên di çalakiyên gerîla de tên lêdan hama bêje hemû yên kevn in. Ji ber ku di çalakiyan de şîn nabe. Herweha li ser vê meseleyê gelek bandorên din jî hebûn helbet. Berê hemû hunermendê ku ji xwe re digot kurd, li ser partiyê distirî û bi xêra medya partiyê navdar dibû. Lê belê niha rewş guheriye. Stranbêjên li ser evîn û eşqê, li ser tenêtî û bîranînan distirên jî derketin. Stranên kurdî ji yekdestiya partiyê rizgar bû. Niha tê dîtin ku stranên li ser partiyê tên gotin ji bakur derbasî rojava û ewropa bû. Helbet yek ji sedema vê yekê jî zexta dewleta tirk e.



28.11.2021 15:31 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bandora placeboyê
» serdiranik
» gelî gundî û cînaran

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzik muzikstrn muzik muzikstrn muzik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî