Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
gelek dixwazim lê nizanim çi binivîsim - tirşik
gelek dixwazim lê nizanim çi binivîsim
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. hesta ku teqrîbî 7 roj piştî bûna endamê/a tirşikê, bi mirov re peyda dibe û bi terapiya bênavber şopandina tirşikê dikare nava 2-3 heftiyan de were tunekirin.

versiyona vê hestê ya ji bo berendamên tirşikê jî wisa ye;

dema hinekan vedxwînim tirşikê û dema bi nivîskarên ku hê nû bûne endamê tirşikê, re diaxivim vê hestê tînin ziman.

dema mirovan vedixwînim malperê, hinek ji wan qet nizanin tiştek çawa ye, tabî ez vedibêjim û lê didim fêmkirin lê piştî ez tam dibêjim me li hev kir ev pirsa qehrker tê: vêca ez ê çi binivîsim?



09.10.2013 21:30 | simurg56

2. Bi min -ez jî tê de- pirsgirêka herî mezin a hin tirşikvana ye.



04.07.2020 22:51 | yûsiv

3. ....

Gelek dixwazim lê nizanim çi binivîsim
ezê tîpên jiber peyva hinda li ku bibînim
peyvên ji hevokan xeyîdîne li ku lihevbînim
Danasên bêzehmet ji ser kîjan dikan û dikandarî bi erzanî bikirim
Pê taziyê mijara Biderpê û bikiraskim

Ez gelek dixwazim lê ezê çewa binivîsim
bi vê teraliya xwe Ezê çewa bi kuç û zavoqê labîrenta tirşiknetê bikebim
Nivîsên dixwere nabînin xwe bimin bidin xwendin wê çewa xwe bimin bidin nîvîsandin
Gelo sîstema têketinê wê çewa têketin bike
çewa serê xwe bikim binê her gerdûnên vê bêdawiyê

bi çomezî ez hatime tirsandin
Ji reşikan bêhtir bi min reşgirêdane
Min ti çepik û tilîlî li qerexên peyamên jihevdaketî û shorbeyî nedît
Bitirsim
Ez çewtî kî bikim gelo wê bê 'eyibdan
ez û tirşikvanan û rastnivîsê lihev herin xezebê
Wê format ji nûve were xêrhatina min
...


Herwiha li bin hermijarî dikarim tîpan,peyva li ser oberên hevokan raxim
dikarim jiwera her mijarî bi helbest,.. û bipêkenî bidim nasîn,....
lê wext tune, biserê sernivîsên nevekirî. Gelek nivîs hene li benda nivîsandin û ne xwendinên an hemû tiştî hê min nenivîsandiye, min hê dest bi nivîsandinê nekiriye... emê hê merhebatiya xwe nûnkin



05.07.2020 00:21 ~00:24 | shorbevan

4. Gellek caran ezim.



21.09.2023 11:37 | cinorek

5. Hinek caran ji bo dilrehetiyê pênûs û lênûsê digirim destê xwe lê ew qas xwe didim zorê dema vedigerim û li metna li pey xwe dinêrim gelek gelek seyr dixuye. Bawer im ev kêmasî ji ber kompozîsyon nezanînê ye. Mirov divê taybet ji bo vê mijarê waneyan werbigin çinkû meseleyek zor muhîm e.



22.09.2023 22:36 | xweperest

6. Ji bo tirşikvanên xwediyê vê pirsgirêkê re pêşniyar: bûtona "tevlîhev" pêl bikin (biteqînin). Ew fonksiyoneke ku di tirşikê de mijarên kevn bi avayekî tevlihev pêşkeşî mirov dike ye.

Gava we ew pêl kir di nav mijarên ku xuya dibin de bê guman tiştek we eleqedar dê derkeve. Heke tiştek balkêş bo we dernekeve, dîsa pêl bikin.



10.10.2023 14:03 ~14:05 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» gelek
» dixwazim hîn bibim
» lê kirin
» nizanim
» çiris

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî