1. Straneke frensî ye. pierre perret nivîsiye û kiriye stran jî. Di ser kiçikekê kurd behsa gelê kurd dike. Ji bîr nekin penaberên başûrî ev çend heftî ne li ser xeta belarûs û Polonya ji bo jiyanê ketine bextê mirinê. “Keçê ger tu kurd bî, guh bide min Divê hûn herin û ji mala xwe derkevin Min qedera te nas kir Min mirinê nas kir Tu carî li hember leşkerekî nabî xweyî Maf. Li dora mala min bi sedan bûn; Li ser dîwaran sîr û îsot hebûn Ba ewqas nerm bû Asîman ewqas zelal bû Û bavê min ji nîşke ve kete erdê. sibehekê aram a Îlonê bû, Diya min anîn oda razanê Kalo rûyê xwe di kefên destê xwe de vedişart Û Wek zarokekî digirî Qêrîna dayê ji derve dihat bihîstin. Dapîrê di mitbaxê de nan çêdikir Xwe di nav hevîrê de xwar kiribû Û li ser dilê wî şîn bû Gula sor Xelata dawî ya ku wê ji mêrekî wergirt. Bi pehînan ketibûn ser kalo Ji celladên xwe rehmê dixwest Min dengê leşkeran bihîst Kî pir û bêtir keniya Û dayê li ser nivîna xwe nema diqîriya. Paşê ji nişka ve roj ket şînê birîn weke qurnefîlan bişkivîn Cejna mirinê bû Heta li baxçeyê Li wir tenê sêwî mezin dibûn em. Barana ku hemû asoyê dirûtibû Kevirên xaniyan dûman kirin Û dema ku Dûr ketim Ji asîmanê Babîlê Min fêhm kir ku kesekê min nemaye. Guh nedin ehmeqên ku ji me re dibêjin azadî bi çekan tê Yên ku ji vê bêaqiliyê bawer kirin mirî ne ji zû de zarokên Bazirganê çekan hemî xweşik in. Ji destpêka zemanê ve ew ji bo pereyan Tenê mirovên belengaz didin ber kuştinê Bawermendî û welat: Hincet in! Ji bo bîreke petrolê hê çend jiyan lazim in? Zarokê, heger tu kurd î divê herî: Zarokên mirî êdî mezin nabin. Emê herin Ewropayê, Ger ev bextê me be... Li wir tenê li ser kar mirovan dikujin!" |
|
22.11.2021 22:08 ~22:12 |
asîmanê sêwî
![]() |
![]() |
kurdgpt [1] |
![]() |
kesrewan [2] |
![]() |
bismil [2] |
![]() |
tiştên ku bêhemdî kenê mirovî tînin [1] |
![]() |
epictetus [1] |