Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
fallen angel - tirşik
fallen angel
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Here lînkê

alexandre cabanel tabloya Firîşteyê Ketî di sala 1847an de xêz kiriye. Ji ber ku di wan salan de ew wekî endamê enstîtuyê nehatibû hilbijartin, karê wî ji aliyê derdorên hunerî ve bi tundî hat rexnekirin. Ji ber ku li Romayê, berê ti kes mijara şeytên an jî lucifer nexistibû navenda mijara xwe dema ev nîgar hat li ber jûrîyan, tablo jûrîyan matmayî hiştibû û jûrî henekên xwe bi vê tabloyê kirin û Cabanelî biçûkxistin. Ew kiryar cabanel gelek aciz kir. Cabanel li dij jûrîyan derket û navbera wî û Akademîyê vebû.

Em werin analîza tabloyê~~
Xirabîyê jî başiyê jî xwedê afirandiye lê çima xwedê, ceza dide şeytên û kesên ku pey xirabîyê ve diçin? Ma ev lîstika xwedê ye? Xwedê dixwaze di vê lîstikê (!) de mirov bide fikirîn? an jî xwedê bi lava kirina mirovan xwe razî dike? na na belkî jî Xwedê wekî ku em diramin ne dilovan û mîhrîcan be.

Mirovatî bi sedsalan e ku hewl dide van pirsan bibersivîne. Gelek şaxên zanistîyê li ser rêya dîtina van bersivan derdikevin. Gelek fîlozof û zanyar li ser vê mijarê difikirin û dixebitin, lê kes nikare bigihîje encameke teqez. Ev pirs ne pirsên ku bi lêkolînan werin bersivandin in. Bê guman em ê ti carî jî bersivên van pirsan nebînin.

Digel van hemû nediyariyan, kes dev ji li ser fikirîna Şeytan û têgeha xerabiyê bernade. Di her sedsalê de hunermend li ser vê mijarê ramanên xwe parve dikin, fîlozof li ser difikirin û ramanan pêş dixin. Hin bi Şeytan re empatiyê dikin û dibêjin ku xerabî, rengekî ji Xwedê tê. Hinên din jî bi tevahî li dijî vê ramanê derdikevin û yên ku bi şeytên re empatî dikin jî ceza dikin. Hunermendek ku ev ceza lê hatiye birîn jî Alexandre Cabanel e, afirînerê tabloya Firîşteyê Ketî, dihêle ku em li ser Şeytan bihizirin û bi wî re empatiyê bikin.

Alexandre Cabanel li vir luciferê dike mijara xwe. Lucifer tê wateya 'tiştê ku ronahî dide'.Ev şeytênê ku di delalî û nazikî hatiye afirandin jî di destê nîgarxêz de wekî mexlûqekî spehî û rind derketiye. Gava ku em vê xebata Alexandre Cabanel bi baldarî vedikolin, em dikarin her xala xebatê, bi hêrs û dilşikestîbûna xwe tije bikin. Di rûyê xemgîn û bihêrs a Lucifer de em dikarin hesta heyfhilanînê bibînin. Her çend ew rûyê xwe bi milê xwe veşêre jî, îfadeya di çavên wî de dihêle ku em di heman demê de gelek hestan bijîn. Bi lênihêrîna nêzîk, çavên wî ji me re dibêjin ku çîroka wî neqediya ye, serhildana wî hîn dest pê nekiriye û şeytên bi hesta tolhildanê xwe motîve dike.

Alexandre Cabanel teswîra firîşte an jî şeytên bi taybetî li gor van nivîsên Tewratê xêz kiriye. “tu di nav xweşî û zanînê de yê herî nûwaze bûy. tu li baxçeya xwedê li Edenê bûy. Cilên te bi kevir û zêran ve hatibû xemilandin." ~hezekiel dema em li vê ayetê dinêrin, em dibînin ku cabanelî li gor formên vê ayetê milyaketek gelek xweşik xêz kiriye.

Here lînkê
Hêsirên çavên firîşteyê ne mesûmane ne. Nebêje jî, em pê dihesin ku di wê kêliyê de ji hêrsbûnê, dike ku xwe bixwo. Tenê li ser awirên wî jî hesta tolhildanê xuya dibe. Ji hêsîrên çavên wî, kîn, hêrs, dilşikestî, ego û xemgîniya dûrketinê bi hêsanî tê hîs kirin. Em him hêrsa zarokekî ku ji aliyê bavê xwe ve hatiye şermezarkirin û dûrxistin, him jî sonda tolhildanê û azerî di rûyê wî de dibînin. Ma dema ku zarokek ji aliyê bavê xwe ve were şermezarkirin wisa hest nake?

Nizanim çima dema min ev tabloyê dît, qîrîna Îsayî ya di xaçê de ji xwedê re dikir, di guhê min de olan da.
"Eloi Eloi lema şevaktani" (paldayi Bavo, bavo - mabesta wî xwedê ye- te ez çima tenê hiştim?)

Dixwazim nivîsa xwe bi gotinekî di pirtûka dante ya bi navê komedîya îlahî de derbas dibe bi dawî bikim. Şeytan rojek hat li bal Dante û jê re van gotinan rêz kir:
"Dante ger te bera jî xwedê nas bikira, tu yê jî serî jê re rakirina."

* hûn dikarin vê nivîsê di bloga min de jî bixwînin. Here lînkê



20.11.2021 21:50 ~21:52 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» fallen angels
» angel falls

Kategoriyên mijarê:: hunerwenesazi huner hunerwenesazi huner hunerwenesazi huner
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî