1. fêkiyek libhûrik û libên wê bi hev re bi wîşiyan ve çêdibin.. tiriyê hişkkirî mewîj e; dara ku pê ve çêdibe mêw e; zeviya ku darên wê lê hene rez e û vexwiraka wê ya bialkol jî şerab û mey e.. li gorî wîkîpediyayê etîmolojiya peyva tirî; hevreha soranî tirê, herdu belkî ji ermenî, bi ermeniya navîn tolî (mey) ji urartûyî udulî (tirî), têkilî tilletu (tirî) ya akadî, binere tolk. Yan jî hevreha sanskrîtî द्राक्षा (drake), yûnanî τρύγος (trugos), holendî druif, swêdî druva, danmarkî drue, almanî Traube, hemû ji proto-hindûewropî. Herwiha belkî peyvên slavî jî: sirbî grozd, çekî hrozen, rusî (vîno)grad. Bi zimanên din yên îranî bi pirranî engur e. |
|
09.10.2013 11:42 |
endazer
|
3. liba gushiyê dibe 'tirmêsk', û bo keçeke sîs û rona ya pir bedew dibêjin 'tirmêska tirî ye', ku gelek cara 'hûriya helebê' jî bi dû ve ye.. |
|
09.10.2013 22:47 |
gordereş
|
5. bi ser memikan ve diçe anku reng û dirûvê memikan lê diçe, dema tê guvaştin şÎrê jê çêdibe.. |
|
10.10.2013 02:06 |
endazer
|
6. li gorê devoka torîyan tireh |
|
11.10.2013 09:09 |
arami
|
7. fêkîyeke her çiqas xweş be, ew qasî jî erotîk e. |
|
07.01.2014 13:47 |
nazim tolhildan
|
8. (bnr: rezê hecî rizgo) |
|
03.08.2015 22:19 ~22:44 |
shorbevan
|
9. fekiyeke ku gelek xwarinê şêrîn jê tên çê kirin |
|
05.06.2020 14:52 |
merwano
|
10. Fêkiyeke ku em jê re bi dimilkî dibêjin engure. Îro min ji dêya xwe re pirsî, got hêdî hêdî çêbûye piştî 2 hefteyê em ê biçin ser mesreyan. Li gor gotina dêya min îsal tirî baş girtiye. Nîyeta min jî heye biçim gundê xwe. Me îsal behîvên teze nexwar qene em pelûl û bastîq bixwin. Xişka min jî bo min sincûq amade kiriye. Kêf kêfa min e * |
|
13.09.2020 19:42 |
kajav
|
rexşê belek [1] |
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |