1. qurtal kirin an jî qurtar kirin, di kurmanciyê de bihevguheřîna r û lyê asayî ye. li ba me berê xelas kirin an jî filitandin bi kar dihat lê van dawîyane ev peyve zêdetir bûye. min digot qey turkmancî ye lê min dît ku li badînan jî bi kar tê. herweha dibe ku peyva kurdî kuta (dawî) jî ji heman řehî be. jixwe xelas kirin jî bi van her du wateyane tê. eve jî têkilîyeka balkêş e. wekî din peyva 'qepat'ê jî li badînan bi wateya 'girtî'yê bi kar tê ku ji peyva turkî 'kapatmak'ê dihêt. |
|
03.11.2021 12:30 ~12:33 |
keyomerd
|
2. Peyveke li herêma me weke qûrtarkirin tê bikar anîn, ku di wateya rizgarkirin, filitandin, xelaskirin de ye. Peyv xwerû tirkmancî ye. Ger ne esil tirkî be jî, ji tirkî derbasî herêma me bûye. Çiku dema bala xwe didimê kesên temen mezin tu carî vê peyvê bikar naynin. Lê ciwan û xamayên kurdiya wan ne pak bikar tînin. |
|
03.11.2021 17:06 |
tîrêj zana 21
|
têkiliyên ensest [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
wunken [1] |
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |