Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; gotinên stranên kurdî yên herî xweş
peyamên çepikkirî

137371. stranên kurdî yên nû de pir zêde gotinên klîşe hene. lê kêm be jî gotinên baş jî tên nivîsandin. mixabin piraniya kurdan tiştên bi qelîte û cihêreng zêde hez nakin.

di muzîka hemdem a kurdî de yek ji kesê ku gotinên herî xweş dinivsîne, hekim sefkan e. yek ji stranê ku gotin nivîsandiye barana şevê ye ku xêro abbas distrê. heman stran di albuma hekîm sefkan de jî wek helbest cih digre;

barana şevê

Ji barana şevê
Min bêhna te kir
Dilê'm digîriya
Bêriya te dikir

Te l'min dinhêrî
Te min nas nekir
Lehî l'min rabû
Lê min şil nekir

Ser dengê dilê xwe
Ji xew şiyar bûm
Ji hêsirên xwe
Di avê de mabûm

Li şareke xûz
Gêj û winda bûm
Wekî her carê
Dîsa tenha bûm

Doh dîsa derî
Pir caran vebû
Dengê te dihat
Lê tu tune bû

Dilê min sêwî
L'benda te mabû
Pêjna te dihat
Lê tu nexwîya bû


guhdarî bike
spotify Here lînkê
youtube



05.06.2013 01:52 | simurg56

137403. Xenîm

Xema te xencera min
Di xwîna xwe de hişk dibim
Sîya te bûm wey li min
Nizanim ez li kû mirim
Kes nema tenê Xwedê ma
Çend peyv man di qirika min de
Xatirxwestinên te de mam
Hawara min diêşîya

Serê xwe datînim li ber xencerê
Ramûsanên min xenîmê te bin
Bila bircên Amedê bibêjin
Çîroka me qîr û qetran e

Em kavilên poşmanîyê ne ...

Strana mirady ji albûma xwelî


Spotify: Here lînkê





05.06.2013 01:52 | simurg56