Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    7 mijar û 12 peyam
    kendalê birînê - tirşik
    kendalê birînê
    (0) (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. Navê helbestek hêja fatma savciyê ye. Ez îşev di serê şevê çîrokekê de pêrgî vê helbestê hatim. Bi rastî tesîrek bêhmepa li ser min kir. Nizam bê min çend cara li ser hev xwend. Helbest ev e:

    Kendalê Birînê

    Her berêvar,
    sirûda nifşê xewna şîn,
    wek karwanekî berê yê riya hevrîşimê,
    tevî bîna darçîn û qerenfîlê,
    di nava me re,
    bi bîranînên çavbelek re dibuhure,
    dengê bilurekê bi ser me dikeve...

    Nixurya qewmekî ji demê re degel,
    helbesteke çiyayî ne em,
    ku birînên me dizelilin,
    şev li me digerin,
    tavsork di destên me de dibirijin,
    li mizgîniya perperîkan diqesidin,
    pey xeydên zeviyê giri dikevin,
    agirdanka çavan ji ken diteyisînin,
    û li ber şêmuka Nêrgizan ji qerem dikevin,
    bi kuştina zarok û tivîlkan,
    pel bi pel ji giyana jînê diweşin,
    gulleya çardexwerê
    li bejna me ya narincî naşikîne
    wilo ne dûr,
    di sînga me de baskên xwe dişikîne...

    Ma ne mirin ne lavlavk e,
    rihe wê ne ji axê tê,
    şewkekî desthilatdara ye
    xwe ji şewqa çavên me digire
    û em di ti çaxan de,
    fêr nebûn xwe bidin ber siyê...

    Em xwîniyên yek xeyalê ne dilo,
    banga me ya Newrozîn
    li hêtên zaferanî dişikin,
    ne gunehê duriyê ye,
    em gulecêwîkê welatê bê berbejnin,
    li kendalê birînê jî,
    bi taya eşqê dilerizin..

    Û li vir jî jinikek dixwîne:
    Here lînkê



    2021.10.19-22:44 | rizgarm

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    bi kurdî fikirîn û bi tirkî gotin [1]
    bi hêviya ew fikir tu carî wenda nebe....
    îtîrafên tirşikvanan [2]
    gava tirşikvan hev re reşşik didin ez jî wan re reşşik didim. bila ten...
    heval [5]
    Ji wan henek hene bes ji bo bêjin tu qet min napirsî telefun dikin yan...
    tirşik forûm [1]
    Min li wir nepirsî ku karê min e yan nîn e xwe nezan meke....
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kendalê birînê

    Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn wejehlbst niviskarhlbstvn wejehlbst niviskarhlbstvn wejehlbst kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî