Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 52 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; foundation
peyamên çepikkirî

137343. demeke dirêj li benda vê rêzefîlmê bûm. Min romanê nexwendiyê lê afirênerên rêzefîlmê dibêjin li ser bingeha romanê hatiye kişandin lê ji romanê gelek aliyên cuda jî hene. min 4 beşan temaşe kir. ji aliyê produksiyonê ve karek pir mezin e û her beş mîna fîlmekî budce mezin e. ji aliyê mijarê de min hê temamî nekişandiye nav xwe.



05.06.2013 01:52 | simurg56

138218. rêzefîlma ku bingeha xwe daniye ser rêzeromana foundation-a isaac asimov lê ji aliya honakê ve gelek jê dûr ketiye, hewqas ku wekî miriyê vê rêzeromanê dikarim bibêjim ku senarîst bi vê rêzefîlmê berhemekê cuda û heta derecekê serkeftî derxistine pêş me. lê dikarim bi dilrehetî bibêjim, bawer nakim ku yên pirtûk nexwendine jê tehmekê xweş bistîne, ji ber ku honak pir tevlihev e û li ser kronolojiyekê demdirêj ava bûye.

ji aliyê dîmenê ve xweş e feqet dîroka sînemayê di mijara honaka zanistî ve mazûbaniya dîmenên jê xweştir kiriye. loma nikarim/ne pêdivî ye ku pesnên wê bidim.

min lîstikvaniya wê jinê hez nekir a ku salvor hardin lîstiye/nimandiye. (di romanê de mêr e.) her wiha gaal jî...

ez ê li benda sezona duyem bim.

nîşe: tê bîra min, li bin vê mijarê qasî du sal berê, min qala romana pêşîn a vê rêzeromanê peyamek nivîsandibû. lê belê xuya ye, bi tevlîkirina rûpela fîlmê ew winda bûye.



06.06.2013 16:08 | endazer