Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
jane maryam - tirşik
jane maryam
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Jane Maryam cara yekem ji hêla mihemed nûrî ve hatiye stirîn. xwedîyê besteyê jî kambiz mojdehî ye. Stran yek ji navdartirîn û xweştirîn stranên evînî yên folklora farisî ye, ku wekî "Nazanine Maryam" an "Gole Maryam" jî tê zanîn. Li gorî gotegotek, tê bawer kirin ku gotinên wî ji aliyê leşkerekî ji bo keça xwe ya spêde were daliqandin hatiye nivîsîn. Li gorî gotegotek din.

Nouriyê bi eslê xwe ji herêma Gîlanê, ev stran ji bo evîndara xwe ya ku bi navê mayram sembolîze dikir re nivîsîye.

min ev stranê pêşî ji sara naeini godar kiribû. bi rastî tesîrek mezin li ser min kiribû. tesîrek wisa kir ku min wergerand kurdî. li binê vê nivîsê ez kurdiya wê binûsim. piştre evgeny grinko derkete pêşiya min û ez matmayî hiştim. stranek farsî bûbû sirûşa piyanîstekî rûsî.
ji Dengê Sara
 



ji piyanoya Grinko
 



wergera min
Meryema nazenîn, çavê xwe veke, gazî min bike
wa roj ava bû, tav derket
êdî dema çûyîna deştê ye
ah nazenîna min a şîrîn Meryem

Meryema min a nazenîn, serê xwe hil bide
ji bo xatirê rojên derbasbûyî
were em bi hev re ji vê malê birevin
ah Meryema nazenîn

wa dîsa roj derket û xew neketin çavê min
xwezî razama ku min tu di xewna xwe da bidîta
tovên xemgînîyê di dilê min de tov dane

yeko yeko şîn dibin
deka bibêje wê dilê min xwe çawa
li dij vê xemgînîyê bispêre
ah Meryema nazenîn ah
were wextê çandiniyê hat, tu ya min î, min tenê nehêle
were em biçin ser kar, em geniman biçînin
were dema çandiniyê hat were

tu ya min î, min bi tenê nehêle
were em biçin ser kar, were were Meryema min a delal
ah Meryema nazenîn
tovên xemgînîyê tov dane di dilê min de,
yeko yeko şîn dibin
deka bibêje wê dilê min
çawa li dij vê xemgînîyê xwe bispêre
 ah nazenîna min a delal



15.10.2021 18:53 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» jane austen
» maryam

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrn muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî