1. "Payîz huner e, ewên din demsal." |
|
14.10.2021 11:21 |
cinorek
|
2. (bnr: payîz e mij û dûman berx ketiye sofra guran) |
|
14.10.2021 13:37 |
bûtîmar
|
3. Payîz e, ev dema çû, ber zivistan derd giran bû.. |
|
14.10.2021 21:44 |
kajav
|
4. helbet tevahiya helbesta mihemed omer osman ya generalê payîzê ye: Here lînkê Ez im generalê payizê.. Ez ê tu carî xêrnedî Ez general im.. Generalê bi hezaran darên rût û bi milyaran pelên weşiyayî Ez im generalê payîzê.. Şifqeya li serê min ewr e Û stêrkên li ser milê min çend pelên çilo yên rengzîvî Sakoyê li min nermeba ye Û şûreê min çiqlê dareke riziyayî * Ez generalê payîzê.. Dara rût ev nasnav xeletî min kir.. Min jî nasnavê şehîd da pelê weşiyayî.. Û min ew kir take dildarê xwe Di yek kêliyê de ez bi xwe zarokê pelweşînê me Û ez her bi xwe jî bavê payîzê me Ez im generalê payîzê.. Xwîneke zer bi nav demarên min de digere Û çavê min her mîna ewrê hêwî Tenê ez bûm ku di tabûta camî de.. Min çendîn pel bi xakê spartin * Ez im generalê payîzê.. Ez bûm ligel bahoza jibîrçûnê.. Ez ketim cengê Û min gelek pel deranîn ji pencê Ez bûm min şeva pelên xwe.. Xiste bin perrê heyveron û tava soringê Ez im generalê payîzê.. Payîz bêyî min sêwî ye Û ez bûm min got belê meytê siya kesk e.. Pelê weşiyayî koçkirî Bi tenê ez im ku di mihraba payîzê de.. Ji bo giyanê zindî yê pelan.. Nimêja şehîdan dikim.. Navê wê nadeynim nimêja miriyan Silêmanî / Şeva 28/2/1990 *r.152-155 *Li Xurbetê, (Ji Soranî bo Kurmancî: Osman MEHMED), Avesta, 2013 |
|
15.10.2021 04:14 ~04:15 |
ezcan
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |