Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ayetên quranê yên ku nivîskarên tirşikê ji wan hez dikin - tirşik
ayetên quranê yên ku nivîskarên tirşikê ji wan hez dikin
(5) (4) (1)
di mijarê de bigere

1. "gelî bawermendan, bibin ji wan kesên bi awayekî baş heq li ser piyan digrin û li ser edaletê şahidî dikin. kîneke we ya ji civakekê bila we nexe bêedaletiyê. adil bin." (maîde/8)



08.10.2013 22:09 | zeynebamedi

2. we'tesîmû bîheblÎllahî cemî'en, wela teferreqû!



08.10.2013 22:42 | endazer

7. ayeta 44emin a sureya taha'yê ye:
فَقُولَا لَهُ قَوْلًا لَّيِّنًا لَّعَلَّهُ يَتَذَكَّرُ أَوْ يَخْشَى
li wÊ ayetÊ xwedÊ yÊ teÂla ji bo pÊxember musa Û brayÊ wî xarÛn re dibeje ku;
'herin bi wî [firawÛn] re bi zimanekÊ nermÎ bejin. dibe ku şÎret digire yan jÎ ditirse.'



26.11.2013 00:22 ~2019.04.10 13:50 | cinorek

8. "ji mirovan re, xeynî ked û xebata wan, tiştekî tune ye" necm, 39.



26.11.2013 00:34 | biruya hayao miyazaki

10. "ger jina we li hember we serî hilîne, pêşîn şîret li wan bikin, paşê di nivînan de wan tenê bihelin, ger dîsa nebe li wan bidin. "

ayeta nîsayê, sureya 34

(bnr: di îslamê de lêdana jinan)



19.12.2013 08:21 | brusk56

11. bêguman hemû ayetên quranê pîrozin lê ji bo mijara hatî vekirin emê ji ayetekî piroz parve bikin.



Em dixwazin ku kesên bindest/xulam bikin serdest/rêveber di darê dinyayê de. (Kasas,5)



19.12.2013 10:07 | karmatî

12. (bnr: hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin)

(bnr: êzîdî)



19.12.2013 16:12 | dijber

13. ey yên biîman, bi cihuyan û fillehan re hevaltîye nekin! ew hevalên hevdû ne. û kî ji we berê xwe bide wan, ew êdi yek ji wan e. biteqezî, xwuda qewma zaliman na gihîne hidayete. maîde51



20.12.2013 00:30 | saladin

14. (bnr: ayetên ne yên quranê)



20.12.2013 00:32 | dijber

15. (bnr: bixwîne)



20.12.2013 21:24 | simurg56

16. YÊ KU Li dijî neheqiyê bêDENG dimîne şeytanÊ bê ziman e.



20.12.2013 22:15 | bakur-başûr

17. Ey bawermendî! qay Allahî kesê ke heqî pay ra vindarnenê û şahidiya adilîye kenê, bibê. derheqê yew cematî de kîn û nefretê şima ke esto, wa nêbo sebeb ke şima bêedalet têbigêrê. Adil bê! no, semedê teqwa hÎna rind o. îsyanê Allahî mekê. teqez, Allah heme çîyê şima ra xeberdar o. (maîde, 5/8)



- "YÊ KU Li dijî neheqiyê bêDENG dimîne şeytanÊ bê ziman e." ne ji ayeta quranê ye.



21.12.2013 13:39 | kurdane

19. pêxember dibêje ; Ya rabbê min! qewmê min vê quranê bi temamî terikandin. (sureya furqan ayeta sihemîn) (25;30)



18.08.2014 09:58 | karmatî

20. Qey hûn şireta qenciyê li xelkê dikin û hûn xwe jî bîr dikin. Hal ev e ku hûn kitebê dixwînin.ma hûn aqil nagrin. (Beqere/44)



18.08.2014 19:35 | quşxaneli

21. innehû kane tewwabe - bêguman Xwedê pir efûkar e, efûwa wî (C.C) zêde ye.



NASR, 3.



19.08.2014 02:24 | seydayê_peyvan

23. "bixwîne" (alak, 1)



05.02.2015 21:36 | simurg56

25. هَاأَنتُمْ هَؤُلاء حَاجَجْتُمْ فِيمَا لَكُم بِهِ عِلمٌ فَلِمَ تُحَآجُّونَ فِيمَا لَيْسَ لَكُم بِهِ عِلْمٌ وَاللّهُ يَعْلَمُ وَأَنتُمْ لاَ تَعْلَمُونَ sureya alî îmran, ayeta 66.
(Em bêjin li ser mijarên kêm zêde hûn jê agahdar in hûn diaxivin bila lê ka çima hûn li ser mijarên ku hûn tiştekî jê nizanin diaxivin, hûn ev in ha! tişta xwudê dizane hûn nizanin)

li ser nîqaşên li ser dînê brahîm pêxember yên di navbera fileh û cihûyan de hatiye xwar, wî wextî cihûyan digot brahîm pêxember cihû bû, û filehan jî digot na wile bi serê îsa pêxember kim xirîstiyan bû, li ser vê yekê xwudê vê ayetê dişîne û dibêje brahîm berî îsa û musa pêxember jiyaye, ne cihû ne jî xirîstiyan e, misilmaneke henîf bûye. erê hûn li ser her tiştê ku kêm zêde hûn tiştekî jê dizanin diaxivin lê ka çima hûn li ser tiştên ku hûn tiştekî jê nizanin diaxivin. tişta xwudê dizane hûn nizanin.



21.11.2016 15:10 | endazer

26. Û lefza efela te'qîlûn ku di gelek ayetan de derbas dibe jî gelek kêfa min jê re tê. bi kurt û kurmancî: qey xeber bi serê wan nakeve? qey guhê we ne qul e? û gelek tiştên din ji bo kesên fêmkor û korvawer!



21.11.2016 15:13 | endazer

27. إِنَّ مَعَ الْعُسْرِ يُسْرًا înne me'al 'usrî yusra
(Înşîrah: 6)/fav1
Verger:
Di her tengasiyekîde asûdeyek heye. / bi her zehmetiyekre rihetiyek heye.



21.11.2016 21:07 | xwedêda

28. Misilman eve ku hemû ayetên qur'anê hez dike. Hema yek ji ayetan kîjan ayet jê re zor û zehmet hat dev jê naqere, dest jê naberde, qebul dike. Xwe li nedîtinê û nezaniyê nade. Ayetan li gorî xwe narikibe, xwe li gorî ayatê durist dike. Hemî ayetên qur'anê li ba wî yeksan e. Di nav ayetan de derheqê kî û derbarê çi dibe behs kirin di nav van de xwe dibîne û sûd digre. Minaka Mijarek, kesek baş jî be nebaş jî be xwe dûrî van nahisibe.
Mihemed Îqbal gotiye ku;
''Eger dixwazê fam jê bikî gava ku tu qur'an dixwînî, wekî ku li te nazil dibê bixwîne.''
Hesen el Benna dibêje;
''Em qur'anê bi xwendinekî mekanik dixwînin. Bêjeyan tê li pey hev. Newayên awazê vediguherê. Pê re ti tişt naguherê.''
Seyîd Qutub gotiye;
''Di rêga diçe bihuştê de, tu cihekî xeyalan û gotinên ku pêk naye tenê di gotinê de dimîne nîne.''
''gotinan hêza xwe ne ji dilniwaz û xweşikbûna xwe ve, ji rast bûna xwe û li gorî bûna rastîyê ve digre.''
Evdile Can dibêje;
''Gotinên ku bergîdana van nînin, çi qas wêjeyî û wurşedar jî bin ji demagojîyê wernaçe.''



22.11.2016 06:53 ~07:42 | rûbar

30. bawerîyê min ji ola nîne lê nivîsên kevn her gav xweş dibin, mînak;gilgamêş,odîseya...
ji ber ku mirov li nivîsên berê de biranînên pir kûr û êş dibîne xweşe.

lê niha , nehat bîra min.



16.01.2018 11:25 | kurdokercewsî

31. Ji ber fonetîkbûna wan Hemû ayetên sûreya elaq, tîn, înşîreh û dûha.



15.06.2021 03:51 ~03:56 | ezcan

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ayetên ku dibêjin ne-misilman diçin dojehê
» yên ku îro têketine
» nivîskarên ku hê peyam nexwendî reşşik dikin
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet
» wan
» hez bike

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî