Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 9 peyam
laravel - tirşik
laravel
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. frameworkeke zimanê bernamesaziyê phpyê ye. Bernamesaziyê gelekî hêsan dike. Min berî du mehan dest bi hinbûna wê kir û poşman bûm ku ev çend sal e bêyî framework projeyên phpyê çêdikim.Di phpyê de dema mirov bêyî framework û tew beyî oop kod binivîse, her ku proje mezin bibe, ewqas tevlihevtir dibe. Piştî demekê mirov nizane bê wê guhertinan li ku derê bike. Divê baş lê bigere û dema dît jî îhtîmeleke mezin kodên nû dê pirsgirêkan li cihekî din derxînin. ji ber ku ne pêkan e ku mirov di projeyeke mezin a bê ne-oop de her tiştî li hev bîne, elbet li hin cihan kêmasî hene. lewma mirov pirî caran ditirse tiştan biguherîne. (ez mesela gelek caran nediwêriyam guhertinên biçûk bikim) lê bi saya oopyê (û ideyekê) ew tirs ji holê radibe. laravel jî gelek tiştên amade bi xwe re tîne û tirsa kodên şaş ji holê radike.
migrasyona ji vanilla php jî ne ewqas zor bû ji bo min. kodên min gelekî hindiktir bûn û di dawiyê de malper jî gelekî bileztir bû û ji pagespeedê pûanên baştir wergirtin. Dema ez dixwazim tiştekî nû li malperê zêde bikim, dîrekt dizanim ku divê ez li ku derê guhertinan bikim û lêzêdekirin jî pi bilez çêdibe.

laravel bi composerê dixebite. mirov dikare tenê bi kodeke terminalê library/pakêtekê saz bike. hema bêje ji bo her tiştî pakêtek heye niha li ser composerê.



04.10.2021 13:52 ~13:56 | mergehez

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» laravel

Kategoriyên mijarê:: komputerprogram komputerprogram komputerprogram
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî