Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
îslahiye - tirşik
îslahiye
(5) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. navçêya ku girêdayî dîlokê ye. Xelqê wê bêhtir kurdên kurmanc e. Ez ji nava nahiyeyek vê naveçeyê derbas bûm û min derfet dît bi çend merivên ji vir re baxivim. Ji ber ku hema piştî bajarê xetayê ev nahiyeya dihat û hîn ew hewa û erdnigariya xetayê hebû min bawer nedikir kurd li vir hebin. Ez li piskilêta camêrekê siwar bûm û nişkave bi kurmancî ji min pirsî ka ez kurd im an na, yabo ez bi carekê firiyam. Min qet bawer nedikir li vir ez pêrgî kurdekê bêm. Lê mîna min got ez birim nav nahiyeya xwe û heta ez çûm min li dikanekê ecînek xwar û ji ber em kurdî axivîn camêr pere jî ji min nestend (êdî kurdî pere dike ** ). Me hebekê li ser linga suhbet kir, min jê pirsî ka meseleya şêniyên vir çiye, tişta ku min fêm kir tê bîra wan nayê bîra wan li vir in û di dîrokê de têkiliya wan bêhtir bi kurdên rojava re heye. Bi kurmanciyek berferatî daxivîn lê min bi hêsanî hemû gotinên wan fêm dikir. tişta ku herî kêfa min pê re hat li nav sikakan ji zarokan bigire heta pîr û kalikan gelek kesên kurdî daxivî hebûn ( van gohana bihîst, hîn çêr û sixêf û xeberên xwe jî bi kurmancî didin** ). Yanê min xwe li vir qet biyanî hîs nedikir. Bi hêza ku min ji van xelq û şêniyên kurdmanc girt otostopa xwe bi kêf û coşek mezin domand.



29.09.2021 11:17 | rizgarm

2. Navçeyeke girêdayî parêzgeha dîlokê ye. Ji dîlokê bêhtir nêzîkî navenda parêzgeha gumgumê (mereş) ye. Gelheya wê bi qasî 67 hezaran e. Navçe li başûr rojavayê dîlokê, bakur rojhilatê xetayê dimîne. Navê navçeyê ji artêşa osmanî ya firka-î îslahiyye (yekîneya hedinandinê-tepisandinê) yê tê. Di sala 1866an de ji bo tenkîla ( dûrxistin-qewirandin) eşîrên kurdan ji herêma edene, kozan û çiyayê gawir ve ew yekîneya artêşa osmanî hatiye erkdarkirin. Eşîrên kurdan yên ku ji çiyê hatine daxistin li vê navçeyê hatine bicihkirin. Ji bo bîranîna wê artêşê navê "îslahiye" li navçeyê hatiye danîn.


Navçe nêzî sînorê kurdistanê ye. Li cihekî weha ger kurdî mabe, ev bo zimanê me gelekî baş e. Lazime heyet an şandeyek navçe navçe li bakurê kurdistanê bigere û asta axaftina kurdî û cûreya devokan tomar bike. Paşê bo zêdekirina axaftina kurdî kampanya û çalakî werin dest pê kirin. Bawerim ev kar bo hdp hêsan e. Lewra li hemû navçe û navendên bakur şaxên vê partiyê hene. Vêca hinek xîret û girîngiya ziman û welatparêzî divê.



Nîşe: navçeya ku 3 demjimar şûnde ezê di ber wê de derbas bibim e.



Lêzêdekirin:

Herêmeke çiyayî ye. Çiyayên wê bidar in. Car caran darên çam û gelemperî bi deviya pêçayî ne.( melume nêzî herêma behra spî ye û avhewaya behra spî bandor lê dike) weke rêzeçiya ji rojhilat ber bi rojava dirêj dibe. Car caran herêm dibe deşt lê dora wê çiya dimîne. Tiştê bala min kişand li qûntarên çiyayan gund ava bûne. Gundên wan gelekî mezin û di nava gundan de tenê 1-2 km mesafe hene. Li ser çiyayan gulên bayê (wind turbine) hene bo hilberandina ceyranê. Ji ber asêbûna rê gelek tunelên dirêj hatine vekirin. Çiqas bi bakur ve diçe çiya asêtir dibin.



29.09.2021 15:49 ~18:56 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» îslahiye

Kategoriyên mijarê:: geruturistik cihuwar jiyan yendin geruturistik cihuwar jiyan yendin geruturistik cihuwar jiyan yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî