Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
dema ku helbestvanek xwe dihetikîne - tirşik
dema ku helbestvanek xwe dihetikîne
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. rexne û nirxandin oksîjena nivîskar e,lê ger bi gor pîvana edebî be...wekî din lewçetî ye...hetîketiye...de lêxin lewçeno...



08.10.2013 16:42 | berkenbereh

2. çawa min mijar dît Rênas jiyan hat bîra min *
dibê ku tê bîra we, rênas jiyan li cafeyekê helbesta janya dixwend lê bidengekî bilind
bila mamoste xwe nexeyidênê helbestê wî xweş in lê xwendina wî....



27.04.2021 19:51 | merwano

3. Lê dema ku helbestvanek xwe dihetikîne, helbestek ji kîsî dinyayê diçe.



27.04.2021 22:48 | xwelî li ser

4. yek ji wan mele nûrullahê godîşkî ye ku li ser adnan menderes giriyaye.

Mûstef’îlûn/ Mûstef’îlûn/ Mûstef’îlûn/ Mûstef’îlûn - - . - / - - . - / - - . - / - - . -

Zewq û sefa emn û wefa hatin ji ‘Adnan Menderes
Derdê dilan ra pur şifa hatin ji balê Menderes

‘Adnan dinê ‘adnan kir têk da gul û çîman kir
Hem jî tijî îman kir rehmet li ruhê Menderes

Bêzar bibûn erd û welat zêde welatê rojhilat
Gund û bilad mabûn Mewat nûve vijand wan Menderes

Wî rojhilata me gerand cennet wî îmkanat şiyand
Xetta trênê lê gerand pir da emek ax Menderes

Ji Anatol ta Mûşê hem Tatwan û Wan hetta ‘Acem
Xetta hesin vêk kir behem ew rehmetiyê Menderes

Her gundeki varî dibir mizgeft û coav çê dikir
Dînê mubîn îla dikir xalî nebû jê Menderes

Hem da wezîfe ehlê dîn nedhişt feqîr û bêmuîn
Yê pur belengaz ba yeqîn rê vedikir lê Menderes

Aletirîkê mescidan hem şehr û gund û xanumân
Mîna siterikên asîman lê aliqand hem Menderes

ihyaê kir edla ‘Omer şolan dikir pur mu’teber
Kes nedişê ji heqê bider di ‘ehda ‘edla Menderes

Dawî Sinimmar û Ebû Gaylan çewan ew jî we bû
Mehkûmê ihsana xwe bû sed heyf û heywax Menderes

Nûrî tu nankorî meke bîra xwe bîn Quran veke
Pur lê bixwûn û hedye ke hem fatihe bo Menderes


Nûrî, Dîwana Nûrî - Dîwana Eşar û qesaîda Nûrullah, pirtûkxaneya şexsî ya Cihat Bakırhan.

Fa’îlatûn / Fa’îlatûn / Fa’îlatûn / Fa’îlûn - . - - / - . - - / - . - - / - . –

Dil hezîn im çav girîn im ez ji kerbê Menderes
Çav li edlê digerînim kanî ‘Adnân Menderes

Puştî wî halê feqîran ji teaddî û cefa
Bû wekî halê esîran ax diken ka Menderes

Wî çi kir tev ber çevan e aletê se’da dinê
Qenciya wî ser tevan e şe’n û halê Menderes

Wî hemî dunyâ ji ‘edlê xemmiland û rind vijand
Rojhilâta me ji kemilê kemiland ax Menderes

Kes heye ku van ji bîr ke yardim û xetta tren
Pur pir û mizgeft kî çêke puştî ‘âdil Menderes

Nabe wenda qenciyê wî xelqino bîrve neken
Rah û resm û rindiyê wî dixwuyê ax Menderes

Qenciya wî wî telef kir qet xerâbî jê nehat
Yê diza(n
pur lê esef kir âx dike wâx Menderes

Wer be xûna dil xwe bigrîn tev be ser da ehlê şol
Paşve êdî çav negêrin nabînin hûn Menderes

Nûrîy(o) rind pê dizanî ku çibû hate dinê
Pê şiyar e hem dizanî puştî mîrê Menderes)

Nûrî, Dîwana Nûrî - Dîwana Eşar û qesaîda Nûrullah, pirtûkxaneya şexsî ya Cihat Bakırhan.

Fa’îlatûn / Fa’îlatûn / Fa’îlatûn / Fa’îlûn - . - - / - . - - / - . - - / - . –

Yûsufek bû kefte bîra Yasîadê Menderes
Cumle dunya lê ye Yaqûb pur esef bo Menderes

Rah û rêzik da nîşan û qet nehişt kêmasiyek
Ger ji dîn û wer ji dunya tev temam kir Menderes

‘Omerek sanî bû hat û pê ve ‘Osman û ‘Alî
Ranebûn nageh Ebû Lu’lu’a yan çûn Menderes

Haq e ruh ku wî hilînin deftera mafi’z-zemîr
Bîr neken lew bîrwe nabî rah û resmê Menderes

Tu li rah û li piran û mescid û her aletan
Mêzekey pirskey ji kê ne tev dibên yê Menderes

Milletan tev kole bûn olam û suxrekarê wan
Nûrîya xweş pê dizanî wan kir azad Menderes


Nûrî, Dîwana Nûrî - Dîwana Eşar û qesaîda Nûrullah, pirtûkxaneya şexsî ya Cihat Bakırhan.



11.12.2021 16:24 ~21:30 | asîmanê sêwî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dema neolîtîk
» xwendekarên kurd

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî