Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


12 mijar û 19 peyam
têkiliya di navbera midyefiroş û mêrdîniyan de - tirşik
têkiliya di navbera midyefiroş û mêrdîniyan de
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Têkiliyeke ecêb e. Heya niha min kengî midyefiroşok dîtibe teqez mêrdînî bû. Ger li Mêrdînê behr hebûya, minê fêhm kiriba lê behr jî tune lê midyefiroş bi piranî ji Mêrdînê ne. Lê tişta ecêbtir jî lê mêrdînê zêde nafiroşin*
(bnr: mîdyecî ahmet)



20.09.2021 00:40 | merwano

2. Meseleya êdî bûye klişe. Wexta dikirim êdî ji kesî re napirsim "tu jî ku ye" Jixwe bersiv diyar e. Heta anha min midyefiroşek ji welatekî din nedîtiye.



20.09.2021 10:54 | biaqila malê

3. wekî hobî li kîjan bajar bim teqez li mîdyefiroşan dipirsim. heta niha li stenbolê, çanaqaleyê, edîrneyê, saqaryayê, bursayê, îzmîrê, muxlayê, antalyayê, mersînê hemû mîdyefiroşên lê rast hatime mêrdînî bûn. mêrik mîna rêxistinekê veşartî li ser pîyasaya mîdyefiroşiyê desthilatdariyekê ecêb dikin.

şîroveyên freud an Foucault divê.



20.09.2021 14:20 | biruya hayao miyazaki

4. Bi rastî jî cîranek me hebû û Mêrdînî bû, jinik bi xêra çêkirina wan mîdyeyan sê xanîyan ji xwe çêkir...
Nexasim, me jî xwe carekê tê de ceriband lê em heq jê nehatin der. Lê xebera tirşikvanên me ye çiqas çêkerê mîdye hebe ku min dîtîye hemû jî Mêrdînî derketine...



20.09.2021 20:23 ~20:37 | pîroz

5. kêm zêde belî ye. li gorî gotinan di serdema şerê giran ya di navbera kurdan û dewletê de, nifşên ewil yên mêrdînî mala xwe anîne kuledibiya stenbolê ku li vir ermen û hindikayiyên din dijîn.(dibe ku) ji ber ku hanifi mîdyeyan naxwin an jî di çanda wan de tune, karê mîdyeyan di destê ermenan de ye. mêrdînîyên ku an şafî ne an jî suryanî ne, dest bi vî karî dikin. her ku mêrdînî tên stenbolê, ji nasên xwe yên vir, hînî vî karî dibin û wiha wilo wisa ev kar dikeve destê wan. helbet dibe ku ji bo piyase di destê wan de bimîne, zordestî fîlan jî kiribin.

wek mînak, di heman salan de ji sêrta rengîn * gelek kurd hatine mêrsînê. heçiyê ji sêrtê derketî, telefonî tekane mirovê xwe yê li rojavayê yanî li mêrsînê kiriye û hatiye. dema lîmana mêrsînê karker girtiye, hemû sêrtîyên me serî lê dane û gelek ji wan ketine îş. belê karkerên lîmanê hemû nebûn sêrtî lê gelek jê sêrtî bûn. heman tişt li gelek sektorên bajêr qewimîn, dîsa mînak: semsûrî ji dibûn firinvan.

dibêm qey ji ber ku jixwe wan salan li tirkiyê karê mîdyeyê jixwe ne berbilav bû û tirkên şafiî xwe jê dûr giritbûn, ev sektora biçûk karîye %100 bikeve destê mêrdînîyan.



21.09.2021 09:04 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
belki ev jî bala te bikişînin
» têkiliya keçka sekuler û lawikê feodal
» navbera amed û nisêbînê

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin jiyan tekili ekonomi xwarinvexwarin jiyan tekili ekonomi xwarinvexwarin jiyan tekili ekonomi kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî