Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
merkûr - tirşik
merkûr
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. merkûr Ji ber di sîstema rojê de extera yekemîn e, li gorî exterên din di çarçoveya zagonên fîzîkî de gera ku herî zû diqedîne ew e. Her çiqas rêgeha(orbit) wê ji exterên din kurttir be jî, dema ku mijar tê li ser pîvanên astronomîyê, em têdigihin ku tiştekî "kurt" tune ye. Bi taybetî ji bo rêwîtiyeke biçûk a mîna Merkûrê... Merkûr di saetê de 173.300 kîlometre (ku 1.6 qat leza dinyayê ye) digere. Ev yek dibe sedema ku bi lez û bez di asîmana me de derbas bûyîna Merkûrê.

Dibe ku ji ber vê sedemê Merkûrê navê xwe ji Xwedayek Romayê, ji xwedayê Merkûrê wergirtibe. Tê zanîn ku Merkûrê xwedawend, Xwedayê herî fêlbaz û bilez bû. Ev xwedawend wekî xwedawendê pere, rêwîtî û diziyê jî dihat naskirin. Di mîtolojiya Yewnanî de hevtayê vê Xwedawendê hermes e. Merkûr heta di sala 3000bz. da di Sumeriyan de jî dihat zanîn .



12.09.2021 21:32 ~21:33 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» merkûr

Kategoriyên mijarê:: zanisti zanisti zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî