Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
antînatalîzm - tirşik
antînatalîzm
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. felsefeyek li dijî zayîna mirovan e. li gor vê felsefeyê zayîna mirovan ne etîk e û xirab e. bingeha vê felsefeyê ji yewnana kevnare tê.

antînatalîst ji ber sedemên cûda naxwazin zarokan bên dinê. hinek dibêjin em naxwazin zarok bên vê dinê û êşê bibînin. her zarok bi îhtimala êşkişandinê û bêyî xwesteka wan tên dinê. ji bo oldaran rewş xiraptir e. piştî mirinê jî îhtîmala êşê heye li dojehê. dibên em çima bibin sedema van êşan?
hin kes zêdebûna mirovan ji bo mirovan û zindîyên din ne baş e. dibêjin bila koka mirovan biqelê. *

li gor min. temam, baş e, xweş e. lê pratîkê de ne pêkan e. mirovên zana dîsa dikarin vê meselê fêm bikin. lê em ê yên nezan çawa bikin? ê tenê tovê bêaqila cêhila zêde bibe vêca. zarok xweşik in şêrîn in temam lê divê mirov pêşeroja wan jî bifikire û wilo wan bênê vê dinyaya kambax. ez bi xwe heke derfeta min a aborî nebe bo zarokekî ez naênim. ma çima yê werê û eziyetê bikşê? carna dibên xwezî dê û bavê min jî tenê du zarok anîbana. wallehî yê rewşa me baştir ba ji her awayî.

û hinek zaroka jî mirov dikarin bikin antînatalÎst. ew qasî neqerayî ne. *

(bnr: natalîzm)



12.09.2021 15:45 ~15:55 | xwelî li ser

2. Xwedê, sernava ku bi xêra wê ez bu xwe hesîyame ku ez jî antînatalîst im.



13.09.2021 01:25 | pîroz

3. têgeha ku ez jî piştî nûçeyekê ji hebûna wê Haydar bûm. li hindistanê ciwanekî dêûbavê xwe dide dadgehê ji ber ku bêrazîbûna wî ew aniye dinê. dibêje wana ji min bipirsaya ez ê nehatama vê dinyaya kambax.

nûçe: Here lînkê

li gorî min felsefeyeke bi mantiq e lê bawermendên wê zêde hijk û radîkal in. bi min ya herî kêrhatî; şûna çêkirina zarokekî nû, divê meriv bi qasî derfeta xwe, zarokên sêwî û yên hejar nevisîne. bi vî awayî him dê gelheya zêde hêdî hêdî kêm bibe him jî bêedaletiya di navbera dewlemend û hejar de kêmtir bibe.



13.09.2021 08:22 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» antînatalîzm

Kategoriyên mijarê:: felsefe felsefe felsefe
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî