Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ayînên herî seyr ên li seranserê cîhanê - tirşik
ayînên herî seyr ên li seranserê cîhanê
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Li seranserê dinyayê mirov ji ber bandora çanda xwe ayînên cuda, balkêş û sosret pêk tînin. Her çend hin ji van ayînan ji bo me xerîb an jî bêwate xuya bikin jî, her yek di çanda xwe de tiştekî temsîl dikin. min jî îro ji bo we lîsteyeke ayînên sosret amade kir.

ayîna dansa bi miriyan re
Madagaskar, welatekî ku li başûrê Afrîkayê dimîne bi ayînên xwe yên cûrbicûr û sosret bal dikşîne. Roja ku li çar aliyê dinyayê wekî roja miriyan tê zanîn, xelkên Madagaskarê di her heft salên carekî de cenazeyên dapîr û bapîrên xwe yên mirî derdixînin û kincên nû li wan dikin û çalakiyek li dar dixin. Merasîm her heft salan carekê tê dubarekirin. Di dawiya çalakiyê de, piştî dansê careke din merasîma veşartinê tê kirin. Ji ber vê gel bawer dike ku ew miriyan bi rûmet dikin û wan pîroz dikin .

ayîna qedexebûna serşok û tuwaletê
ayîna qedexebûna serşok û tuwaletê kevneşopîya herî hişk a eşîra tidong a li girava borneo yê, ye li gor vê kevneşopiyê jinûmer nikarin 3 roj û 3 şevan serşok û tiwaletê bi kar bînin. Ev eşîret bawer dike ku ev ayîn dê bextekî baş ji wan re bîne û zewaca wan wê dirêj, kêfxweş û geş bi dawî bibe. ev kesên zewicandî di vê pêvajoyê da ji nêz ve tên şopandin. Di zewacê da, kesên ku bizewicin li kêleka hev rûdinin û perdeyeka stûr dikeve nav wan. Piştî ku zava stranên xweş ên evînê ji bûkê re distirên, perde vedibe. Ev rîtuela sosret û hişk bi salan e di nava vê eşîrê de dewam dike.

festîvala Phuket a Vejetaryenî
pêşîka divê vê bibêjim ku ti têkiliya vê festîvalê bi sebzeyan re tuneye. Festîvala vejeteryan a ku di nava kevneşopiyên herî balkêş ên cîhanê de tê dîtin, di heman demê de weke 'Festîvala Xwedayên Neh Împarator' tê naskirin. ev festîval di meha Îlon an jî Cotmehê de her sal tê pîrozkirin. armanca vê festîvalê neh rojan nexwarina goşt e. Ango kesên ku tevlî dibin neh rojan ji goştan dûr dikevin. gelê Çînê wisa bawer dike ku ev dûrketin dê bibe sedema tenduristî û aramiyê. Di vê ayînê de çalakiyên ecêb û masûlke jî pêk tê, mirov rûçikên xwe deq dikin û tiştên tûj ên mîna xencer li rûyê xwe û bedena xwe dipijînin. Gelek mirov ji bo ku bextê baş ji civakê re bînin û ruhên xerab ji civatê dûr bixin, gelek piercinga li laşê xwe dikin.

ayîna morîstangên jehrî
Di ayîna morîstangên jehrî yê ku li daristanên baranê yên amazona brezîlyayê de pêk tê de, mêr neçar in ku lepikên bi morîstangên jehrî li xwe bikin û 20 deqeyan bisekinin. wisa bawer dikin ku ciwanên vê ayînê pêk tînin wê êdî bibin mêr. Dema morîstang li wan ve dide tê xwestin ku li ser rûyê ciwanan de ti îfadeya êşê tunebe. Geza van morîstangan yek ji gezên herî biêş ê kêzikan e. Her çiqas ev ayîn bi êş derbas bibe jî, kesên ku vê ayînê pêk naynin wek mêrên mezin nayên dîtin, ji ber vê yekê her ciwan neçar in ku vê ayînê pêk bînin.

ayîna dorpî kirina diranan
gelê girava mentawaiyê wisa bawer dikin ku delal bûn aramiyê dide giyanê mirov. ji ber wê Ji bo xweşikbûnê, mirovên li Balî diranên xwe li bal rahîbên Hîndû dorpî dikin(bi tirkî törpülemek). Ev ayîna ku divê jin û mêr jî pêk bînin, wekî merasîmekê ji zarokatiyê derbasî mezinbûnê tê dîtin û carinan di dawetê de tê kirin. dîroka Merasîma ku bi taybetî ji bo paqijkirina mirovan ji taybetmendiyên heywanan, bi taybetî dorpî kirina diranên kûçikan digihîje sedsala 5'an a BZ.



09.09.2021 11:21 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ayînên herî seyr ên li seranserê cîhanê
» herîsork
» seyrê û elîyê memed
» êntropî

Kategoriyên mijarê:: tekili cand calaki mitoloji tekili cand calaki mitoloji tekili cand calaki mitoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî