Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
guneha yekem - tirşik
guneha yekem

Navê mijarê ya ewil ev bû:gunehê yekem
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Xwedê dinyayê di şeş rojan de ji tunebûnê afirand û roja heftemîn bêhna xwe veda. wî mirovê yekem. Ango ademê wekî sûreta xwe ji axê afirand û jina yekem hewayê jî ji parsûyên Ademî afirand. Xwedê ji Adem û Hewayê ra got ku hûn kêfê ji baxçeyê Adenê derxin çi bikin bikin lê fêkiya Dara Zanînê nexwin. Ew Fêkî ji wan re qedexe bû! Adem û Hewayê bi gotina Xwedê kirin, lê îblîs xwe wekî marekî şanî hewayê da û ji hewayê re got vê fêkîyê bixwin ger tu vê bixwî tu yê bibî wekî xwedê, Xwedê naxwaze ji xeynî wî ti kes bibe taybetmendiyên xwedayî. ji bo wê ji we re got vê fêkiyê nexwin. Hewa di bin tesîra şeytên de ma û gezek avête fêkiyê.

 Paşê hewayê, Adem jî qayîl kir ku fêkîyê bixwo. çawa ku adem feqîyê xwar çavê wan ji dinyayekî din re vebûn. wan ferq kir ku tazî ne û Ji hewl dan xwe binixumînin. Xwedê jî  hêvîşikestî bû û ji bo vî gunehê esasî û bêîtaetiyê, wan ji bihuşta xwe derxist.

Di çanda ereban de ev fêkî, li gor hin zanyaran wekî sêvê tê qebûl kirin û li gor hîn zanyaran jî wekî mûze tê qebûl kirin. cihû, mesîhî û misilman di vê mijarê de ne yek in. cihû, dibêjin ku ew fêkî hinar bû. Mesîhî dibêjin ew fêkî sêv bû.

Ev guneha yekem di lîteratûra Mesîhiyan de wekî guneha orjînal û guneha dest pê kirina xirabîyan û ev guneh mîrasa adem ji hemû mirovan re tê qebûl kirin. li gor îslamê jî, Xwedê piştî demekê adem û hewayê efû dike û wan dîsa digihîjîne hev.



09.09.2021 10:23 | yûsiv

2. Ez dixwazim derbarê fêkiyê de vê lê zêde bikim: di mewlûdeke Kurmancî de Dara fêkiyê wek Dara genim derbas dibe, ji ber wê em wê fêkiyê wek genim dizanin. Nizanim kîjan mewlûd bû lê ez lê rast werim ez ê lê zêde bikim.

Ji aliyê din ve genim ne fêkî ye û bi darê ve çênabe li vê dinyayê lêbelê di mewlûdê de bi wî şiklî derbas dibû. Min jî mesele ji hev dernexist.

Nêrîneke din jî derbarê fêkiyê de: dibêje fêkî mecazî ye, ew fêkî têkiliya zayendî ye.



09.09.2021 13:45 ~13:46 | xabûrî

3. Ji bo min afirandina mirovan e.



10.09.2021 01:44 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» guneha yekem
» yekem salnameya kurdan

Kategoriyên mijarê:: pirtuk cand mitoloji oldin pirtuk cand mitoloji oldin pirtuk cand mitoloji oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî