Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 46 peyam
didem arslan yılmaz - tirşik
didem arslan yılmaz
(4) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Rojnameger û pêşkêşvanê bernameyên tv yan e. Li kanala haberturk û show tv de dixebite.

Îroj di bernameya vazgeçme ya di show tv de ku ew pêşkêş dike de, jinek kurd ji rihayê bi xeta telê têkilî bernameyê bûye. Jina kurd a temendirêj xwestiye bi kurdî biaxive lê dîdemê gotina wê dibire û dibêje: " na ez musade nadim bi kurdî biaxive. Em li komara tirkiyê ne û bila bi tirkî biaxive ku em hemû jê fêm bikin."



24.08.2021 21:05 | tîrêj zana 21

2. kesê ku di wan gotinên wê de para hemû kurdên tirkîaxiv heye. ew jî baş dizane kurd ji kurmancî bêhtir bi tirkî diştexilin loma zimanê xwe dirêj kiriye. heke ku bi deh mîlyonan kurd bi dil û can bi zimanê xwe şitexilîba, lê xwedî derketiba, miqate bûba eva ha nediwêriya devê xwe veke. dogu dîlî vêca... bera bi qaysî doxu dîlî xwelî li serê bibare erê welleh.



24.08.2021 22:12 ~22:55 | hueyn

3. kesa ku gotina doğu dili bi kar aniye. ev jî yek ji encamên şûna kürt bikaranîna bi israr a gotina doğu'yê ye. kifş e wê ev gotin êdî bibe tişteke normal û navê kurdan bibe doğulu (rojhilatî).



25.08.2021 00:31 | xelîl

4. Baş kiriye belkî çend heb Kurd piştî wan gotinan vegere ser zimanê xwe. Xanim çi li dilê wê da heye aniye ziman Yên ku heman fikrê de ne û bi me re doza biratiyê dikin divê em ji wan bitirsin.

Îngîlîziya dîdem Here lînkê



25.08.2021 00:42 | kajav

5. Ji kurdên koçgirîyê qoçgiriyê ye.



25.08.2021 08:34 | cinorek

6. Heçî kesên xeberên bêmirêz ji vê jinika netişt re dibêjin tirsonek in. Di çanda me de mirov li kesên ketî naxe. Kesên ku bav û kalên wê kuştin, ew kirin koleya komara xwe ji wan re bidin xebera. Na, hûn newêrek û berjewendîperest tiştekî ji komarê re nabêjin. Lê zimanê we li ketiyeke dirêj e.

Hûn ji komarê razî û ji zimanê komarê razî ne. Bi serde jî xebera ji yeka netişt re dibêjin, hûn ji wê jinikê ketîtir in. Ji kerê li ser pişta xwe razî. Lê ji kurtanê li ser kerê ne razî ne. Wey li halê we binketiyan. Hûn çi binketiyê binketiyan in.



26.08.2021 22:32 | asîmanê sêwî

7. Yek ji wan kesên ku ziravê wê ji Kurdîyatîyê diqete. Çawê canikê baş tirsandine da ku xwe wilo hetikandîye. Lê wek ku heval jî dibêjin ên wek vê şermotê çima îro diwêrin zimanê xwe li ber me dirêj bikin? Divê ev pirs mîna mîrkûtê Kurdên xwefiroş bikeve kû piçekî hiş bikeve serê wan!



27.08.2021 07:26 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» didem arslan yılmaz
» yılmaz odabaşı

Kategoriyên mijarê:: tvradyobername tv tvradyobername tv tvradyobername tv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî