Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 73 peyam
em çima di tirşikê de nanivîsîn - tirşik
em çima di tirşikê de nanivîsîn
(13) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. sedema min hindikbûna peyam û nivîskaran e. ferhenga herî tirrek a tirkan jî çend car ji yê me mezintir e. car caran jî dibînim hinek nivîskar dibêje "hindikbûn xweş e", gû xweş e! ger hûn ji nivîskarên nû aciz bibin lê blok bikin û hiş bin ji ber ku ev malper ji bo rehetîya we naxebite!



19.08.2021 18:27 | heval.js

2. (bnr: xwedê ji me standîye ji loma)



19.08.2021 18:51 | pîroz

3. newêrekin ku binivîsin, ez çend kesan dizanim dixwazin binivîsin lê xwe bawer nînin, her zanin ku nivîskarên tirsikê tîm zanyar û pisporê zimanê kurdîne (bnr: lol)
mêvan û çômez herge li vir dixwînî bizanibe ku ev tenê saleke ez bi kurdî dinivîsim, xwe bawerke kerema xwe



19.08.2021 19:25 | doesntmatter

4. Rewşa derûnî gelek caran dibe sedem :( Em Kurd piranî melankolîk in mixabin.



19.08.2021 20:03 ~20:04 | navîgiranmezelîwêran

5. Ji ber ku tiştêek binivîsin tune ye. Ji siharê heya êvarê em dixebitin û bi şev tên malê xwe rihet dikin. Ma ezê ka çi binivîsim? Li dikanê çi difroşim? Li înşaatê çawa dixebitim? An mirov çawa perê meriv dixwin? An çawa hecî û sofî çav bere keda mirovan didin? Bi ser van de krîza aborî û zexta malbatê jî biser de.

Ha wekî din: bi min çi kesek li ser hevdû nikare li tirşikê binivîse. Rojê carekî an heftê çend cara normal e. Ger li ser hev û rojê niza çend cara heman kes binîvîse, her ku biçe dê qelîteya nivîsên wî bikeve. Dê ava wî şolî bibe.

Mijar weke nanivîsin vebûye, lê ew gotin hinekî req e. Heç wekî em ji rika nanivîsin. Ez bixwe tim dixwînim, dema tiştekî lê zêde bikim hebe dinivîsim.



19.08.2021 21:04 | tîrêj zana 21

6. sedemek heye lê nizaaanim. ma tirşik êdî behna mi teng dike? never... piştîî j'xew radibim, fîlm an bêşa rêzêfîlmekî xelas dikim, piştî xwendina çend rûpelan pirtûkê davêjim, anjî bi fikirîna porreşê xwe bi xwe dikenim, heman têm tirşikê. yîîaaaaaaa çi qas bûme tirşikvan... lê nanivîsim, heger tiştê ku behna mi teng dike tirşik nebe çi ye? belkî ez im. belkî ez behna mi teng dike. lewma nûbûnekî lazim e.

(bnr: bila navê heval.js were guhertin)
sipassss.



26.01.2022 23:34 | heval.js

7. Êdî wê hêzê bi xwe ra nabînim. Dibe ku peyamek bo simurg56 bişînim û Daxwaza jêbirina hesaba xwe bikim.



27.01.2022 10:51 | navîgiranmezelîwêran

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» çima sêwreg nabe bajar ?
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî