Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
mirovên hejar - tirşik
mirovên hejar
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kul û derdê biruya hayao miyazaki

ango (bnr: mirovên wek min)*

mirovên ku dahata wan a heyî an jî ya tuneyî têra debara jiyaneke normal a ku bikarin ji xwarin û vexwarin û hewînê zêdetir îhtiyac û danûstanên standard bikin, nake. li gorî sedsalên ewil tundiya hejarbûnê bi pêşketinên aborî û teknolojîk û tibbî hinek kêm bibe jî, dîsa jî di dinyaya îroyîn a giloverî de hê jî pirgirêkeke heyatî ye.



18.08.2021 22:40 | xelîl

2. Navê wergerandî a pirtûka Vîktor Hugo a Les Miserables e. Pirtûkek gelekî xweş e. Li ser jîyana Jean Valjean disekine ku zilamek hêjar bi xwişka xwe re û xwarzîyê xwe re dijî. Rojkê hengî ji zikê zaroka re diheyire ji firinekê nanek didize lê cîh de tê girtin û qederê 19 salan di girtigehê de wek xûlaman dişûxûle. Dema azad dibe, rîya wê li zarokek sêwî ku dîya wê ji hejartî û neheqî karê bêrê dike rast tê û ji keçikê re dibe bav.
Ez herî zêde di pirtûkê de li ber dîya cosette ku navê wê Fantîn bû dikevim. Rebena Xwedê diçe zankoyê ku bixwîne lê dil dikeve yekî û ew bênamûs keçikê avis dike. Gava Fantîn li xwe mikûr tê ji ber jinikê direve xwe ne li wê ne ji zaroka xwe re nake xwedî. Îca, jinik dev ji xwendina xwe berdide û diçe febrîqê rênçbertîyê dike lê çavê xelkê jê re bar nabin, bêbextî lê dikin û jinik ji karê xwe dibe. Dûra zaroka xwe datîne li cem xwedî qesrekê bes ew jî pê re xayîntî lê dikin, zaroka wê xweşik xwedî nakin. Her meh ji bo ku çend qirûşan bişîne wan xelka Fantîn pêşîka diçe li ber berber û ew porê zer ku dikeve heta li ser çoka jê dike û difroşe. Dûra dîsa doza pera lê dikin, vêca diçe her du diranê xwe yî ber radike û difroşe ji bo kezeba xwe. Talî tiştek wê namîne derdikeve qada û xwe difroşe, di wan kolanan de rojekê gelekî sar ji jiyana xwe dest dide û sêwîkê li pey xwe dihêle...



19.08.2021 10:30 ~10:31 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» mirovên ku di berîka xwe ya paş de şe digerînin
» hejarê şamil

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî