1. gotina ku nizanim çawa rave bikim. bi turkî berambera wê tune ye, bi îngilîzî jî bawer nakim hebe. nemaze ji bo tiştên derasayî tê gotin. bo nimûne eger kesek ji çayê hîç hez neke û kesên li derdora wî/wê misêwa çayê vexwin û pir jê hez bikin, ew kesa dibêje "kî bîra mere çayê vexwe!" (mere=mirov). an jî eger dêyek ji kurê xwe re bibêje "derew bike" kur jî dibêje "kî bîra ca mere jê re bibêje derew bike!" (ca mere=dêya mirov). li qezê (qoser) bi kar tê û nemaze bi peyva "mere"yê tê gotin. |
|
10.08.2021 15:19 |
keyomerd
|
2. îngilîziya wê: who would have thought |
|
10.08.2021 18:27 ~18:29 |
mergehez
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
îy yo hee [2] |