Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 23 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; îstgehên metroyê yên sovyetê
peyamên çepikkirî

135560. îstgehên metroyê yên sovyetê di navbera salên 1930 Û 1980'an de hatine çêkirin. sovyetan metroyên xwe wekî hewildana propagandayê bikar anîye. lowma nav îstgehên metroyên sovyetê ne wekê yên london an new yorkê ne. rêwîtî li yek ji wan metroyan hinekî mîna ketina nav rêzek abîdeyên jêrzemînî yên dîrokî xuya dike. di hundurê stasyonên metroyên sovyetê de çiraxên pûç, stûnên mermer, mozaîk û peykerên mezin hene.

minak metroya moskovê:

Here lînkê

ne tenê li moskovê, dema sovyetan ew metroyan li hemû aliyên dewletê hatine çêkirin. çend salan berê ez çûm ozbekistanê û min metroya taşkentê dit. bi rastî pir xweş e. weke avahiyek dirokî ye.

---
wênegirek bi navê Christopher Herwig wêneyên gellek ji wan îstgehan çêkiriye. li wîr dikarin bibinin: Here lînkê



01.06.2013 01:27 | simurg56