Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
şakiro gotinê bavê becet - tirşik
şakiro gotinê bavê becet
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Dilşê digo “Lo lo Beced berxê’m! Sebeba ez diçûme şewitiya Sînan û Bismilê.
Min rebenê bala xwe berdaye, nizanim çi bû? Çi qewimî ax lo çi ciriya?
Agirê kulê bikeve mala cendirmê Sînanê, mifreza Bismilê, Eşîra Badikan, giregirên Xiyan.
Li derê dîwana Bavê Becet, Şêxê Kubar şêwr û mişêwre bû. Hew reben im gelo li hev civiyan.
Min dî’ Bavê Beced, Şêxê Kubar çek û sîlehên xwe hilanî, ber bi hafê reza, baxçên Gulan de dimeşiya.
Ewraqên Bavê Becet ketibûn destê giregirên Badikî û Xiyan, li derê hikûmeta Sînan û Bismilê, reben ez im gidîno, dayre bi dayre digeriya.

Agirê kulê bikeve mala qumandanê Bismilê, mifreza xwe hilanî,
ketibû Geliyê Godernê, Newala Hesika li hafê rezan.
Min rebenê bala xwe berdayê, li dû bavê Beced, Şêxê Kubar (ji xwe re) digeriya.
Derbekê bi dest berdane bedena Bavê Beced, Şêxê Kubar.
Cinazê Bavê Beced avêtine makîneyan(wesayîda eskerî.)
Berê wî dane şewitiya Hezroyê.
Dema ew li dere hikûmeta Hezroyê datanîn, Dilşê li çokên xwe dixist, digo:
“lo lo Beced berxê’m! Hinga min dizanibû ûrt û ocaxa mala Bavê Becedê min qeliya.”

Sofiyê Xerzî digo “Mecîdê Zaza! Bibêje komên xulaman; ‘hûn meriv in ca hûn bazmedin.
Law Bavê Beced, Şêxê Kubar emekdar e, çi îro ketiye erdê.
Temiya min li we be; şîrheramî, nankoriyê nekin.
Terka cinazê Bavê Beced, siwarê Felek, heywax li min vî xweşmêrî nedin.”

Dilşê digo “lo lo Beced berxê’m! Sibe bû, roka me derketiye ji qudretê, ji mala Xwedê lo ji aliyê Xerzan.
Tu dêhna xwe bidê şewq û şemalê dabû bejna Bavê Beced, koşka Zercelê, reben ez im (ji xwe re) li sêncê rezan.
Hela bala xwe bide girêdana Bavê Beced, Şêxê Kubar; li gulik û ax li gulbendan û li van kevzan.
Xwezil ji xêrê xweziyê re xwedanxêrekî mizgîniyeke xêrê bianiya, bigota “efûya Bavê Beced ji qapiyê hikûmetê derketiye.
Min bi çavê sere xwe bidîta, fenanî caran li qarşî xort û bendên Xerzan, xwe girê bida bi 40 qaydî û bi 12 terzan.

Sofiyê Xerzî digo “Mecîdê Zaza! Bibêje komên xulaman; ‘hûn meriv in ca hûn bazmedin.
Law Bavê Beced, Şêxê Kubar emekdar e, çi îro ketiye erdê.
Temiya min li we be; şîrheramî, nankoriyê nekin.
Terka cinazê Bavê Beced, siwarê Kûvî, heywax li min vî xweşmêrî nedin.”







bismil: navçeyeke amedê ye.

sînanê: gundekî girêdayî bismilê ye.

badikan: eşîreke pasûra amedê ye.

xî/xiyan: eşîreke hezroya amedê ye.

geliyê godernê: geliyeke kûr û navdar ya li hezroyê ye.

xerzan: herêmeke bajarê êlih, beşek ji sêrtê û hinek ji mêrdîn dihewîne ye.


nîşe: deşîfrasyona stranê ji mustafa dogan hatiye wergirtin.
Here lînkê



03.08.2021 14:20 ~14:22 | tîrêj zana 21

2. Xî/xiyan: eşîreke pasûra amedê ye. Ne ya hezroyê ye



03.08.2021 21:17 | tûjo

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» şakiro
» gotinên pêşiyên kurdan
» bavê min çû şînê diya min çû xêl/dawetê

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrn muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî