Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 42 peyam
dijberên derzîya covid19ê - tirşik
dijberên derzîya covid19ê
(27) (22) (3)
di mijarê de bigere

1. koma ku naxwazin bibin derzîya covid19ê. bawer dikim kesên ku dibêjin dinye pehn e jî ew kom e *



27.07.2021 09:02 ~09:04 | heval.js

2. ji xwe destê min bûya min jî derzîyê xwe nedixist lê mixabin dawîya dawî yê wek pêwistîyê derkeve pêşîya me û divê her kes jî xwe bixe.
covid-19 nexweşîyek xwezayîye? -na
labaratuvarê hatîye çê kirin? -erê
dinya glovere? -nopee elîpse
bo qezenca şirketên derman difroşin hatîye çê kirin? -erê
em dikarin çi bikin? -qet tiştek



27.07.2021 10:07 | doesntmatter

3. Alîgirên ku li çend welatên Ewropa (Fransa, Yewnanîstan..) serî hilda ne ku dibêjin "dewlet bi zorê dixwaze derziyê li me bide, kesên ku derzî li xwe nedane, nahewînin kafeyan an jî nehêlin ku li otobusê û hwd. siwar bibin, em vê şermezar dikin..."

Bila kes li qisûrê nenêrê, ev kes qala azadî mazadiyê dikin, lê azadiya wan heya sînorê azadiya kesekî din e. Çima ji ber ku ev kes derziyê li xwe nadin rewşa cîhanê pê digire?

Li derdora xwe tişta herî dibihîsim li ser kesê ku naxwazin derziyê li xwe bidin; zarokê min çê nabin, çîpê li me didin, wek avêyê tu têsîra wê tune...*
Nîşe: Yek ji van kesa hevalekî min yê hemşîre ye, ev kes li nexweşxanê bê maske dixebitî *

(bnr: dinya bi dorê ye ne bi zorê ye) *



27.07.2021 10:21 ~10:23 | merwano

4. ji ber ku qe baweriya min bi dewletê nîn e ez weke wan nakim. heke tiştekî baş bûya ev dewleta qirêj (û yên din) propagandaya vaksînê nedikir.

lê belê weke hevalê jor gotiye bi qedexeyan re wê xelkê neçar bihêlin ku vaksîne li xwe bidin mixabin.



27.07.2021 10:55 | hueyn

5. di destê wana da mînakên saxlem hene ku piştî vê derziyê gelle meriva da nexweşiyên cuda dertên.

Lê dîsa jî ez jî çûm û min derzîya xwe li xwe da.

nizanim dunya bûye dinyaya nediyarîyê.
Herkesekî tiştekî dibêje.
idî meriv nizane merivê ji çi îna bike.



27.07.2021 11:41 ~11:41 | bûtîmar

6. Nizanim ev xelkên ku "dibêjin erd pehne" û "derzî bi çîpe, meriv pê ji mêranî dikeve û nizanim çi..." heman kesin yan ne wilo ne, lê li dor min tije ji wan kesan heye. Û wek ku hevalek jî li jor gotîye, belê herkes li berpirsîyarîya xwe ye û kes bi dara nikari bê derzîkirin lê çi sûncê mirovên li dor wan heye,nexwe? Ger ev xelk xwe neparêzin ev nexweşî ko ziyana li wan neki jî dikarin bêhemdî xwe vê êşê belav bikin, jixwe ev nexweşî jî nexweşîyek perok e hêsanî belav dibe.
Xwedê, çawa mafê derzîyê ji min re derket, yekser çûm ba textor û min li xwe da. Ma, law derzî të heta li ber nigê we hama bayê bazdanê herin li xwe bixin û hew! Tu heqê we ên li dor we tunne ye. Herkes delalîka ber dilê yekî ye. Her insanek hezkirî, xewn û daxwazên wan hene. Ewqasî bi tenê xwe nefikirin, ne ji xwe re bin.
Nîşe:
Nihaka, di beşa ku ez dixwînim waneyek min î li ser kanexkirina wan mirovên bi eks heye. Navê waneyê argument analysis ku armanca wê hêvotina bijîşkan ji bo berxwedana hizirên xwe li hember mirovên serhişk bi zanebûn û bingehîyên têrtije ye. Lêbelê gelek caran heta ji ên li dor xwe tiştên ewqas çewt û tewş dibhîzim ku ev tiştên ku fêr bûme jî xêr nake.



27.07.2021 12:20 | pîroz

7. sedema herî mezin ya xelasnebûna covîdê ye. li nexweşxaneya ku lê dixebitim, vê gavê 25-26 nexweş hene, her 2-3 rojan yek dimire muhaqqeq û tenê yek ji van jî ne derzîkirî ye. yanî hemû jî bêyî vaksîn in. jixwe dema parzaya sinovacê hat kirin, li nexweşxaneyê nexweşên pîr hema yekcar kêm bûn. êdî nexweşên ciwantir dihatin tenê, çimkî yên pîr derzêkirî bûn û êdî nexweş nedibûn. bibin jî giran nedibûn. welhasil ev helwesta nebûna vaksînê, dûrî aqilan e û xwedbînî ye ya rastî.

mirovên ku dema tên polîklînîkê dawa nivîsandina îlacan li min dikin û tu 10 îlacan carekê de binivîsî bêpirs dikarin vexwin, lêêê dema mesele vaksîn be pirsa bandorên demdirêj yên potansîyel û hwd. dikin. ew îlacên ku tu weke nan û pênîr distînî, tê bêjî qey li zozanên Kurdistanê şîn dibin. ew jî jixwe îlacên heman fîrmayan in. ku bixwazin, ne çîp, lê bombe jî dikarin tê de cî bikin *

dema beşek ji civakê derzî li xwe nede, nexweşî li cem wan dewam dike û rîya mutasyonê dibîne. vediguhere formên nû û êdî dikare ji nû ve yên derzîkirî jî nexweş bike. ev jî hemû keda mirovatîyê pûç dike.

sedem û motîvasyona dewletan ku herkesî vaksîn bikin ew e ku ekonomiya xwe xelas bikin.

bi kurtî di destê mirovên wisa de, tu argumanek aqilane tune. dijmin li ser te guleyan direşînin, tu jî dibêjî yaw niha ev mertal belkî min biparêze lê gelo zenga ser vê mertalê min nexweş neke û nekuje?!



27.07.2021 12:46 ~12:45 | simurg56

8. sernîşe: lêkolinekî li ser mirinên ji vaksîna covîdê nîşan dide ku bi hezaran kes piştî lixwedana vaksînê mirine ya jî birîndar bûne.

Here lînkê

wa hemû sûc û zirarê pandemiyê ketiye stûyê dijberan. * yên mirî jî ji ber me mirîn * weke ku dewlet ev du sal e bi qedexeyên tewş û beredayî rewşa civakê hîn bêhtir xera nekiriye û mirovên sersar vê nexweşiyê belav nekiriye derdora xwe. me got em vaksînê li xwe nadin, wekî din ji bo nexweşiyê em li xwe miqate dibin lê vaksîn nabe. hebikî lê bikolin ma di nava 3-4 mehan de kengî vaksînek hatiye bi pêş xistin?

ma qey tenê em dibînin gelo ev caran tendurustiya xelke hê bêhtir ji ber vaksînê xera bûye û nikarin dengê xwe bigihînin ti kesî ji ber ku wê bube dijberiya vaksînê bi lez dengê wan qut dikin hema vaksîn û vaksîn.



27.07.2021 13:21 ~13:49 | hueyn

9. mirovên ku bi pistepist û gotegota tevdigerin. li gorî îstatîstîkên wan li Amerîkayê nêzikî 100 milyon kes hatine vaksînkirin û 3 hezar kes piştî vaksînê mirine. yanî 0.0003.
jixwe tu silav jî bidî 100.000.000 mirovan, wê 3.000 kes ji wan wê bi tesadûfî be jî bimirin.
korelasyon ne sedemîtî ye. yanî du tişt bi hev re çêbin, ev nayê wê wateyê ku sedema hev û din in.
heta niha bi sed milyonan doz derzî hat kirin lê hê hemû delîl nîşan didin ku derzî jîyana mirovan diparêze. camêr derzî li xwe dide, roja din tê dibêje ji ber derzîyê ez bûm hemoroid. zanist ne tiştek wilo ye. û kirina lêkolînên ser bandorên derzîyan jî qet ne zehmet e, kesên xwedîyê îdîayan dikarin îspatên xwe dênin.

ha tabî ez nabêjim tiştek wilo ne pêkan e. lê li gorî daneyên di destê me de, nebûna vaksînan dûrî mantiqê ye.

em vê jî dênin alîyekê, pîrika min bixwe ji ber koronayê krîza dilî derbas kir û ji mirinê filitî? em bandorên neyînî yên derzîyî qebûl bikin jî, haya we ji mirin û bandorên neyînî yên koronayê heye? an jî haya serkêşên we?

na, çimkî yên ku li hemberî vê nexweşîyê têdikoşin ne ew in. yên ku her roj nexweşên derzînekirî li ber çavên wan dimirin ne ew in. bila werin û ji nexweşên ber mirinê re behsa bandorên neyînî yên derzîyan bikin.

li nexweşxaneya ku lê dixebitim, her roj nêzikî hezar kes tên derdêzkirin lê me heta niha tu bandora neyînî nedît lê belê servîsên me bi nexweşên derzînekirî tije ne û 2-3 rojan carekê teqez hinek jê dimirin.

we bi rastî aqilê xwe xwariye. nexwe dema hûn bibin yê emeliyatê an jî anjîoyê fîlan jî, neyên nexweşxaneyê. haya we jê heye ku her roj çend kes di emelîyatan de dimire? tenê li tirkiyê her ror muhtemelen bi dehan. lê tabî di vê navberê de bi hezaran jî ji kanserê fîlan hatibin xelaskirin jî ev hîîç ne girîng e.

ya komîk ew e ku yên behsa bandorên neyînî yên derzîyan fîlan dikin di muayenexaneyên xwe de Dermanên organîk difroşin. yabî faz-4a wan nebatan hemûyan heye teqez asnshdh *



27.07.2021 14:54 ~15:04 | simurg56

10. dibêm nivîskar hev seraxt nekirine, ji xwe ne hemberî derzîyê me an jî nabêjim vîrûs tûne lê ev vê vîrûsê "xwezayî" (natural) nake mixabin
(bnr: tiştên ecêb)



27.07.2021 16:21 | doesntmatter

11. ew 3000 mirin yên hatine dosyekirin ku ji ber beredayibûna pergala tendurustî ya emerîkayê ne û yên nehatine qeydkirin jî hene. ji xeynî mirinê jixwe yên tesîrên neyinî derbas dikin jî hene ku rewşa wan mirovan jixwe qe nayên dosyekirin jî. yanî ne çewte ku mirov wan hejmaran bike x10. dev ji her tiştî berd, lêkolînên danegehekê herî mezin yên ji bo vaksîna weke pistepist qebûl dikin ka bêjim çi * em çavkaniyan lêkolinan datînin li ber mêrik hê jî dibê ez li nexweşxaneyan dixebitim ez nexweşan dibînim. talî jî em bûn yên aqlêxwexwarî *



27.07.2021 19:03 ~19:05 | hueyn

12. dijberên ku ji xwe re rûpelên blogan, wek çavkanîyên zanistî digirin. lol. li tevahîya dinyayê aqilmendekî wan tune gelo ku li gorî rêbazên zanistê gotaran binivîse?

ji bo îstatîsîtkan wisa tê gotin: eger hûn têra xwe îşkence li reqeman bikin, hûn çi bixwazin wê wê ji we re bêjin. meseleya îstatîstîk û zanistê jî ev e. lê zanist wisa naxebite. li dinyayê bi hezaran zanîngeh û mîlyonan lêkolîner hene. xêra xwe bila lêkolînek bikin. vaye rêbaz;

1- ji xwe re popûlasyonek dilxwaz bibînin. an jî herin ber derîyê nexwexaneyekê û ji nexweşên heyî destûr bistînin.
2- ji van nexweşan du komên wekhev ava bikin (ji aliyê temen, zayend û hwd. taybetmendîyan ve)
3- ji van koman yek jê wê derzî li xwe bidin. ya din jî wê redkarên derzîyê bin.
4- 6 mehan van, tendurîstîya wan bişopînin.
5- daneyên xwe kom bikin û rîya bernameyên îstatîstîkê bipîvin ka ferqa di navberê de ji aliyê îstatîstîkê ve watedar e an na.
xelas!

lê nakin. çima? çimkî nivîsandina ser medyaya sosyal hêsantir û bikartir e. tiştek din komîk ew e ku, bandorên neyînî û pirrsgirêkên din jî dîsa ji aliyê alîgirên vaksînan ve tên raporkirin. çima? çimkî armanca lêkolîneran ew e ku kêmasîyan derxin holê û jê re çareserî bibînin.

tê gotin ku bandorên neyînî fîlan yên derzîbûyîyan tên veşartin/tunekirin fîlan. yaw bi rastî, li gorî we motîvasyona vê yekê çi ye? çawa dibe ku li hemû nexweşxaneyên dinyayê, ji her reng û bawerî û nijadî, hemû karkerên tenduristiyê (doktor, hemşîre heta personelên paqijîyê) peymanek çêkirine ku van tiştan rapor nekin? weke mînak, gelo ew kî ye ku nahêle ez rapor bikim an jî di dosyeya nexweş de binivîsim?
heta niha min mirina nizam çend nexweşên koronayê rapor kirine bi riyên fermî. lê wê demê jî digotin doktor mirinan vedişêrin fîlan. heta çend doktoran lînç kirin. lê heta niha min tu bandora neyînî ya derzîyekê nedîtîye. gelo ez û bi milyonan doktorên din, em çima derewan bikin?

wexta hejmara mirinên ji koronayê xelet dihatin ragihadin, me li ji hemû derdora xwe re vê yekê aşkere digot. sazîyên me jî (ttb) vê yekê îspat dikirin. lê niha gelo em çima ev hevkarîya akpê dikin?

problema bawermendên pehnbûna dinyayê jî ev e: gelo kî çima bixwaze me li vê derewê bide bawerkirin?

herkes xwedîyê canê xwe ye. heçî bixwaze dikare xwe ji bên jî bavêje lê di vir de, mixabin tevgerên mirovan zerarê dide derdora xwe jî, ji ber vê yekê ye ku ez xîret dikim ku li vir binivîsim. nexwe bi rastî ne xema min e kesên ku derzîyê naxwazin û paşê ji koronayê dimirin.



27.07.2021 20:46 ~21:15 | simurg56

13. hevalekî min ê koreyî hebû ku tam komplovan bû. Hin caran di civatê de qala tiştên wisa dikir ku mirov matmayî dihişte û dikişand xwe. her çi dîsa rojekê, piştî hilbijartinên Amerîkayê biden bû serok û trumpî dozê lê Biden vekir, wî got hûn ê bibînin nizanim çik Mason e dê trump bi serkeve û dîsa bibe serokê amerîkîyê. min jî ji xwe re wê demê got heke ev rast derkeve ez ê êdî bawerî komployên wî bikim lê heke ne dirust be êdî ji vî ve, ne xema min e.

herçi li nav civatê dîsa qala komployên xwe kir got ev derzî me bike xulam, di bibleyê de derbas dibe ku nizanim mirovên ku bûne şeytên dê me bikin xulamê xwe, divê em vaksinê li xwe nexin. em dizanin wê me nexin derekê û her tim bera me bidin lê em ê di odeyên binerdan de bikevin têkiliyê felan û dûv dirêj kir, bi Xwedê gelek jê tirsîyam û ji wir dûr ketim.



27.07.2021 23:59 | pênûsa westiyayî

14. Li ser rûpelên înternetê (ku her rast-xelet baş-nebaş her mijarê de agahî heye) Li ser derziyê tiştan dixwînin û Li gor fikrên xwe biryar didin. Gava li ser derziyê dipeyîvin tu dibê qey 30 sal emrê xwe li laboratuvaran derbas kirine, li ser derziyê lêkolînên kûr kirine.

Du roj berê ez û birê xwe me nîv saet ser mijarê pev çûn. Baweriya mêrik bi aşiyê tune ye. Pisporê wan tiştan bûya min rêz li Gotinên wî bigirta. Lê Wekî ku deno dibêje li bazarê patata difiroşe patata.

Niha nexweşxaneyên Amedê bi nexweşên covîdê tije bûne. Yên derdorê min bi vê nexweşiyê ketine piranî heta sedî sed aşî nebûne. Hadê em bêjin xêra aşî tune ye. Çareya din heye?



10.08.2021 12:10 | kajav

15. Heta demek berê ez jî ji refên wan bûm. Lê vê cara dawî nexweşên ku tên em dipirsin kesên du heb doza bionteck li xwe xistibe nîne. Pirê wan jî qe li xwe nexistiye. Lê hemû jî poşmane. Min bi xwe bawerî bi parastina derziyê nexasim ya bionteck anî. Yên ji min ji bo li xwe xistina derziyê pirs dikir ez bêdeng dimam lê piştî van danegehên li ber çavê min hatiye holê ez dibêjim biontech ê bibin. Lê dîsa jî sedî sed pişta min pê ne qewî ye. Xwe mîna qurbanekê mecbûr hatiye hiştin dibînim. Dîsa jî yê emrê wan mezin û nexweşiyên wan hene re pêsniyar dikim.



16.08.2021 11:32 | rizgarm

16. yên tirkîyeyî dixwazin mîtîngekî bikin:

(bnr: 11.09.2021 mîtînga "mezin a şîyarbûnê")

Here lînkê


puahahhaaha



08.09.2021 23:37 ~23:38 | heval.js

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» dijberên derzîya covid19ê
» derzîya covid-19ê

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanisti zanistitenduristi zanisti zanistitenduristi zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî