Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
pdf - tirşik
pdf
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. [kûl û derdê biruya hayao miyazaki bû]
kurteya Portable Document Format e. yanî teşeye pelan ya berdest.
ev cûrepel ji aliyê adobeyê ve, di sala 1993an de hat derxistin. em dikarin armanca sereke ya formatê wisa bêjin: divê pele bikare li ser her ekranî (komputer, tablet, telefon an jî çi be) di heman têşeyê de were dîtin. li gorî mezinahî û sîstema ekranê, bila cih, mezinahî, font û hwd. taybetîyên naveroka pelê neguhere. ne ji ber pdfê be, bernameyên ofîsê, pelên hevdû şaşo maşo nîşan didin.

pelên pdf, xelasbûyî ne. yanî êdî wer hatiye hesibandin ku wê neyên guhertin. an tenê wê werin xwendin an jî wê were çapkirin. li gel vê yekê jî, hinek bernameyên weke foxitê, dikarin naveroka pdfyê jî biguhere.
bernameyên weke LibreOffice û microsoft office dikarin pelên xwe dîrekt veguherin pdfê.

ji aliyê isoyê ve standartîzasyona wê hatiye kirin.
ji xeynî nivîs û wêneyan, pdf dikare vektoran û hêmanên înteraktf jî bihewîne. yanî mesela dikare wek formek ku were tijekirin, were karanîn. heta dikare vîdeo û hêmanên 3d jî bihewîne.

ez di komputera xwe de LibreOffice bi kar tînim. dema li ser komputera xwe pelek amade dikim û diçim li ser komputerekî bi windowsê pelê vedikim, ser û guhê pelê tevlîhev dibe. loma gelek caran pelê vediguherînim pdfê û bi saya vê yekê li ser her cîhazê pela xwe rast û durist dibînim. yanî min nanê wê pir xwariye.



26.07.2021 19:25 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pdf

Kategoriyên mijarê:: teknoloji teknoloji teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî