Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    20 mijar û 25 peyam
    max kruse - tirşik
    max kruse
    (11) (0) (8)
    di mijarê de bigere

    1. lîstikvanekî(futbol) almane û ev 2 sal berê tîma fenerbahçeyê tirka jî lîstîye.
    weşana zindîyê xoşewîsta xweyî kurdra bi kurdî xwestina zewacê kirîye û ev bûyera hem tirkîye û welat hem jî almanyayê bûye tt (bnr: trend topic)
    mala te ava kruse bo nasîna netewê kurd bûyerekî rinde û birastî jestekî mezine *
    bawerim yê qebûl bike (:
    Here lînkê



    2021.07.25-19:33 | doesntmatter

    2. Mala wî ava în şa Allah keçik razî bibe *



    2021.07.25-19:43 | navîgiranmezelîwêran

    3. ev jî xoşewîsta wî ye:
    Here lînkê
    xuya ye ji mêrdînê ye *



    2021.07.25-20:39 ~20:47]| merwano

    4. futbolîstê jîr ku tiştekî baş kiriye. ti elaqaya keçik bi kurdî re nîn e lê ji bo kurdî qenc bûye.



    2021.07.25-20:44 ~20:47]| hueyn

    5. Ji bo berbelavkirina navê Kurdî xebatek gelek baş e, Xwedê xêra camêr binivîse ku navê netewa me nav çavên dijminan xist û bi dengek bilind jî li ser tora civakî tax veda.

    Nîşe:
    Bi xêra îstixbaratê jî hayê min ji rûpela bûkê çêbû. Keçik bedew e, wek ku li jor gotine tu pêwendîya wê bi zimên re tunne ye lê ez yeqîn nakim. Ko keçik ewqas ne li ser netewa xwe ba camêr tiştek wilo nedikir.
    Axirê, Xwedê xweşî û hezkirinê ji nav wan kêm neke.
    (bnr: îstîxbarata tirşikê)

    Êdît:
    Keçik Mêrdînî derket, her bijî keçê, min çavê te xwarê! Lê ez dibêjim qey ev ji xweserîya keçên Mêrdînê ye.
    Tê bîra min di sala 2019 an dema ez diçûm dersxanê lawikek Tirk hebû. Wilo bejin wek şitla rîhana, esmer yekî lihevhatî bû bes Tirk bû, min bala xwe zêde nedidayê. Îca hengî kêfa wî ji min re dihat ji bo min xwe fêrî çend peyvên Kurmancî û axaftinên rojane kiribû. Her ku min didît Kurmancî silava dida min, tiştên ku hîn bibû ji min re digot.
    Dûra em ji hev qetîyan û me hev nepirsî, nihaka ez dibêm qey endezarîyê dixwîne.



    2021.07.25-21:51 ~2021.07.26 18:57]| pîroz

    6. (bnr: zavayên kurdan)



    2021.07.26-10:30 ~15:13]| cinorek

    7. Gogbazê ku bo bizewice keça herî nexweşik ya mêrdînê dîtiye. Ji ber çi sedemê teklîfa zewacê bi kurdî kiriye nizanim lê helal be jê ra.



    2021.07.26-11:03 | tîrêj zana 21

    8. hin kes gotiye keçik ne kurdperwer e. law heke ne kurdperwer be û xwe wekî kurdan nedabe nasîn çima ev gogbazê ku bi milyona dilîze, teklîfa zewacê bi kurdî bike. Hin caran na ne hin caran, gelek caran dibînim rexneyên kurdan çiqas pûç e!



    2021.07.28-00:07 | gunicorn

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    serders [1]
    alava ku mirov pê dizane ka heta ku dera pirtûkekê xwendiye. piranî ji...
    aqilmendkurd.com [1]
    Silav û bi rêz hevalên heja endamên delal ez Hebun, berîya her tişti e...
    kurdali [3]
    Navê taxeke bajarê mêrsînê ye, piranî tê de kurd dijîn. Navê t...
    mêrsîn [1]
    bajarê ku partiya kurdan (dtp,bdp,hdp û yên wisa) her hilbijartinê de ...
    etnikce.com [1]
    Malperek înternetê ya tirkên nijadperest e. Di malperê de wekî ku ji n...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » maxunîk

    Kategoriyên mijarê:: sporfutbol sporfutbol sporfutbol
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî