Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
max kruse - tirşik
max kruse
(11) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. lîstikvanekî(futbol) almane û ev 2 sal berê tîma fenerbahçeyê tirka jî lîstîye.
weşana zindîyê xoşewîsta xweyî kurdra bi kurdî xwestina zewacê kirîye û ev bûyera hem tirkîye û welat hem jî almanyayê bûye tt (bnr: trend topic)
mala te ava kruse bo nasîna netewê kurd bûyerekî rinde û birastî jestekî mezine *
bawerim yê qebûl bike (:
Here lînkê



25.07.2021 19:33 | doesntmatter

2. Mala wî ava în şa Allah keçik razî bibe *



25.07.2021 19:43 | navîgiranmezelîwêran

3. ev jî xoşewîsta wî ye:
Here lînkê
xuya ye ji mêrdînê ye *



25.07.2021 20:39 ~20:47 | merwano

4. futbolîstê jîr ku tiştekî baş kiriye. ti elaqaya keçik bi kurdî re nîn e lê ji bo kurdî qenc bûye.



25.07.2021 20:44 ~20:47 | hueyn

5. Ji bo berbelavkirina navê Kurdî xebatek gelek baş e, Xwedê xêra camêr binivîse ku navê netewa me nav çavên dijminan xist û bi dengek bilind jî li ser tora civakî tax veda.

Nîşe:
Bi xêra îstixbaratê jî hayê min ji rûpela bûkê çêbû. Keçik bedew e, wek ku li jor gotine tu pêwendîya wê bi zimên re tunne ye lê ez yeqîn nakim. Ko keçik ewqas ne li ser netewa xwe ba camêr tiştek wilo nedikir.
Axirê, Xwedê xweşî û hezkirinê ji nav wan kêm neke.
(bnr: îstîxbarata tirşikê)

Êdît:
Keçik Mêrdînî derket, her bijî keçê, min çavê te xwarê! Lê ez dibêjim qey ev ji xweserîya keçên Mêrdînê ye.
Tê bîra min di sala 2019 an dema ez diçûm dersxanê lawikek Tirk hebû. Wilo bejin wek şitla rîhana, esmer yekî lihevhatî bû bes Tirk bû, min bala xwe zêde nedidayê. Îca hengî kêfa wî ji min re dihat ji bo min xwe fêrî çend peyvên Kurmancî û axaftinên rojane kiribû. Her ku min didît Kurmancî silava dida min, tiştên ku hîn bibû ji min re digot.
Dûra em ji hev qetîyan û me hev nepirsî, nihaka ez dibêm qey endezarîyê dixwîne.



25.07.2021 21:51 ~2021.07.26 18:57 | pîroz

6. (bnr: zavayên kurdan)



26.07.2021 10:30 ~15:13 | cinorek

7. Gogbazê ku bo bizewice keça herî nexweşik ya mêrdînê dîtiye. Ji ber çi sedemê teklîfa zewacê bi kurdî kiriye nizanim lê helal be jê ra.



26.07.2021 11:03 | tîrêj zana 21

8. hin kes gotiye keçik ne kurdperwer e. law heke ne kurdperwer be û xwe wekî kurdan nedabe nasîn çima ev gogbazê ku bi milyona dilîze, teklîfa zewacê bi kurdî bike. Hin caran na ne hin caran, gelek caran dibînim rexneyên kurdan çiqas pûç e!



28.07.2021 00:07 | pênûsa westiyayî

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» maxane

Kategoriyên mijarê:: sporfutbol sporfutbol sporfutbol
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî