Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


22 mijar û 48 peyam
bosniya û herzegovîna - tirşik
bosniya û herzegovîna
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Dewleta ku navê xwe heye lê bi xwe tinne ye.
3 gelên cûda li wir dijîn.
~(bnr: xirwat) (katolîk)
~(bnr: boşnak) (misilman) û
~(bnr: sirb) (ortodoks)
her yek di xalê xwe de ye.
Ji xwe li wê dewletê di nav xwe de 3 deverên xweser hene. Binêre nexşeya wan:
Here lînkê

Komara sirpan (republika srpska) ji bosniya zêdetîr xwe nêzî sirbîstanê dibine. Herwiha Gava ji mostarê derbasê başûr dibî mêze dikî giştkî ala Xirwatistan li ber deriyên xwe bilind kirine. Dibêjî tew li xirwatistanêyî.

Erê her sê gel zimanek slavkî diaxivin û zimanê hewdû fehm dikin lê ji aliyê alfabeyê û navê zimên tew hewdû ye. Yek dibêje xirwatî, dibêje sirpkî, yek dibêje na slavkî. Ez li bajarekê li otobêsê siyar bûm ku herim bajarek dî gava gihêştim min dit ku alfabe gûheriye bûye kirîl. Ez tirsiyam ku ez bi bêhemdî derkevim derveyî welêt. Lê min ferq kir ku li bosniya û herzevinayê hinek tîpên kirîlî hinek jî latînî bikar tînin.

Rewşa aborî û jiyanê jî xirab e. Otobês û amûrên transporteyşînê her yek ji welatekê hatiye şandin.
Li trênê siyar dibî hêjî logoya tcdd heye.

Ji xwe behsa rişwetgirî û korupsiyonê nekim. Nizanim hê jî wisa ye ya na lê çend salan berê gava ez çûm saraybosnayê ez çend caran li tramweyê siyarbûm. Ji xendê biyaniyan tew kesekê bilêt nedikirî. Polês li benda biyaniyan bûn ku yek bê bilêt siyar bibe ku ew rişwetê jê bigirin.



13.07.2021 04:26 ~08:17 | cinorek

2. li balkanê dewletek e. sê komên etnîk wekî avaker di qanûna bingehîn de tên qalkirin: boşnak û xirvat û sirb. sirb îja dibêjin em ê artêşa xwe cuda bikin û lewma di nav welêt tirsa şerê navxweyî belav bûye. normal e, ji ber ku ne şerê navxweyî ya 92-95 ne jî komkujiya srebrenîtsayê hîn xwe nedaya jibîrkirin.



06.11.2021 12:18 ~12:23 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
threads [1]
Hevqedera tirşikê ye bawer kim. Nişkave bilind bû paşê nişkave têk çû....
kolaya zer [1]
Piştî Emerîkayê ji ber şerê cihanî yê duyemîn ambargo li ser Almanîya...
bayê xerbî [1]
Hevrikê keloş e ^^...
bayê xerbî [1]
Tirşikvanê ku sala 2020'an de bûye nivîskar lê hîn hala mîjara xwe ven...
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
belki ev jî bala te bikişînin
» bosniya û herzegovîna

Kategoriyên mijarê:: nuce geruturistik cihuwar nuce geruturistik cihuwar nuce geruturistik cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî