Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
cetirî - tirşik
cetirî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bi kurdî “cetirî”

Bi latînî “thymus vulgaris”, “thymus serpyllum”

Bi îngilîzî “savory”

Bi tirkî “kekik”

Gelek cureyên cetiriyê hene û di kurdî de pir navên cetiriyê hene. Cetirî (catirî, catir, cehter), “awîşen”, “zembûr”, “anix (li Xoresan)” hwd.

Cetirî, rehekeke bi kulîlk, bêhn xweş, yek salî û gîhayî ye. Wek 20-30 cm bejn dide. Pelên wê piranî bêpûrt in. Kulîlkên cetiriyê hûrik in.

Cetirî, awîşen, zembûr, (Thymus vulgaris) navê komekê riwekan ji famîleya gezika derewîn (famîleya lamiyasiyan, Lamiaceae) ye. Navê giştî yê catirî (cehter) û zembûrê ye. Navê van cureyan ê zanistî ne diyar e, lewra zimanzanên kurd li ser floraya Kurdistanê xebateke zanistî nekirine, nav û têgînên wê standard nekirine. Li Kurdistanê pirranî ji xwezayê tê berhevkirin. (Ev bend ji wîkîpedia kurdî ye)

Cetirî, tavê û germayê pir hez dike. Derên qûmî, çiyayî û berveroj de geş dibe

Derdora zeviyan, daristanan, cihên çiyayî ji bo cetiriyê wargeh e. Li çiyayên tavî pir cureyên cetiriyê hene. Kulîlkên cetiriyê bi tava nîvro geş dibin û bi bêhna xwe ya xweşik moz û mêşan dikişîne ser xwe.

Kêrhatinên Cetiriyê:

Cetirî, rehekeke pir kêrhatî ye. Di jiyana rojane de li ser sifrayê, di rex xoy û bîberê amade ye bi piranî. Di her mitbexê de cetirî amade ye ji bo tevlêkirina xwerekan. Bi piranî ji bo xwerekên ji goşt.

Çaya cetiriyê bêhn xweş e. Jiber ku rûn û naveroka cetiriyê firokî ye çaya wê nayê kelandin. Di nav ava germ de wek 10 kulekan de amade dibe. Hezma xwereka hêsantir dike. Ji kuxik û ba, bawî, reşeba, (romatîzma) re kêrhatî ye û nexwaşiyê qenc jî dike.

Ava cetiriyê wek gargara ji bo tendurustiya dev û diranan kêrhatî ye.

Ji bo derdayina belxemê cetirî kêrhatî ye.

Nefestengiyê re cetirî kêrhatî ye. Çaya cetiriyê, gewri û qefesê rehet dike û nefesê vedike. .

Ji vê riwekê rûnekê tê çêkirin. Dîsa wekî çay û biharbêhn jî tê bikaranîn. Ji germê hez dike. Bêhna wê gelek xweş e. Di Greka antîkî de bo xatirê xwedaya bedewiyê Afrodîtê dihat vêxistin, bixura wê dihate bêhnkirin. Ji aliyê vîtamîna C ve dewlemend e.

Amadekirina Çaya Cetiriyê:

3-4 kevçîyê jorbê cetiriyê di nav ava kelandî de wek 10 deqîke tê dem kirin. Şunde tê parizandin û rojê 3 – 4 fîncan tê vexwarin. Bêhna çaya cetiriyê pir xweşik e, ferahiyê dide bedenê.



Zerarên Bikaranîna Cetiriyê:



Kesên ku ji cetiriyê alerjî hene divê bi tu cureyî cetiriyê bikarneynin. Derheqa zêde vexwarina çaya cetiriyê de zanisteke berbelav tune ye. Bêzerar tê zanîn.



Nîşe:

Ev agahiyên derheqa rehekên şifadar de nivîsî; piraniya wan tiştên me bihîstine û ji pirtûk û malperan girtî ne ye.

Di sedsalên derbazbûyî de li Mezopotamya, Misir û gelek deverên din wek rehekên şifadar bikaranîne. Dibe ku alîkariya şifayê bikin jî lê di vî zemanî de bijîjkî û zanist pir pêşketiye; ya herî baş serlêdana nexaşxane û bijîjka ye.



Kan:

Wîkîpedîa Kurdî https://ku.wikipedia.org/wiki/Beybûn

Malpera Zimanê Kurdî https://www.facebook.com/groups/zimanekurdi/516284821762198/?notif_t=group_comment



Simpson, M.G. Plant Systematics. Elsevier Academic Pres. California, 2006



http://global.britannica.com/EBchecked/topic/149989/daisy



http://www.botanykingdom.com/



http://www.umm.edu/altmed/articles/german-chamomile-000232.htm



http://freapp.com/search/?q=Classification+Plant&infospace=2



http://www.turkcebilgi.com/arastir?q=plant+systematics&ara=ara



http://www.google.com.tr/#hl=tr&sclient=psy-ab&q=şifalı+bitkiler+ansiklopedisi&oq=şifalı+bitkiler&gs_l=hp.1.1.0l4.0.0.3.487.0.0.0.0.0.0.0.0..0.0...0.0...1c..12.psy-ab.JCS2IjR49TY&pbx=1&bav=on.2,or.r_qf.&bvm=bv.46340616,d.ZWU&fp=615818dd8e23599c&biw=1066&bih=526



têbinî: ji rûpela facebookê ya mehmet özer hatiye wergirtin



06.10.2013 20:50 ~2015.05.20 08:25 | endazer


3. bêhna wê zehv xweş e.



Bisekinin ez helbesteke bi cetrî binivîsînim:



..



(bnr: îlham nehat) *



15.09.2016 01:10 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» cetirî

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî