Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
18.07.2021 sûrprîza mezin ya tirşikê - tirşik
18.07.2021 sûrprîza mezin ya tirşikê
(21) (2) (5)
di mijarê de bigere

1. sûrprîzek xweşik û kêrhatî ye. ji bo ku sûrprîza me baştir kêr were, ji min re .pdf'a pirtûkên kurdî lazim in. jixwe di tirşik-danegehê de gelek jê hene, lê eger di destê we de yên orjînal hebin, li benda wan im.
[camêr û canikên ku haya wan ji sûrprîzê hene (belkî 1-2 hebin) ji kerema xwe bila sûrprîzê xera nekin. ji bo yên din: berde binê te erd e]



28.06.2021 20:23 ~20:41 | simurg56

3. min kir û nekir tu tişt nehat bîra min. ka gelo dê navrûya danegehê xweştir bike û bike mîna Here lînkê heke wiha be wê pir pir xweş be lê sêrbazê tirşikê gotiye ka yên orîjînal... pirtukênkorsan.net?



29.06.2021 20:11 | biruya hayao miyazaki


5. çend texmînên min hene:
- malpereka weke goodreads.com yan jî 1000kitap.com (ji peyama simurg jÎ eşqere ye ku îxtimala mezîn ew e)
- tirşik-soranî
- hemû tirşikwan êdî torî bûne.



30.06.2021 07:06 | cinorek

6. sûrprîza ku gerek îro bibîya.



18.07.2021 23:39 | heval.js

7. mixabin wê bimîne roja 19ê, ji bo başkirina wê min rêbazek nû dît û îro gelek li ser xebitîm lê negiha îro.



18.07.2021 23:52 | simurg56

8. sûrprîza ku niha di weşanê de ye: lêgerîna di nav pirtûkên kurdî de!
(bnr: lêgerîna di nav pirtûkên kurdî de)
vê gavê em dikarin vê sîstemê di beşa ferhengê de bi kar bînin. ji bo ku hûn di 2 deqeyan de fêhm bikin, ji kerema xwe re vê vîdyoyê temaşe bikin:



bi saya vê sîstemê, em bi hêsanî dikarin ji bo her peyvekî kurdî, rasterast ji wêjeya kurdî, mînakên bikaranîna peyvê, peyda bikin. aniha tenê nivîskarên ku herî kêm 100 peyam nivîsandine, dikarin vê menûyê bibînin. nivîskarên 100 peyam nivîsandî, dikarin sîstemê bi kar bînin û ji bo peyvan hevokên mînak yên guncaw lê zêde bikin. bi vî awayî wê her bikarhênerê turkcekurtcesozluk.comê bikare van hevokan bibîne.

heta niha me ji 45 pirtûkên kurdî, 94.100 hevokan li danegeha xwe zêde kirine. sîstem di nava van hevokan de lêgerînê dike. lîsteya pirtûkan li jêr e û wê her zêde bibe.

ev sîstem bê gavê ji bo beşa ferhengan e lê belê di pêşerojê de dibe ku em bi rêbazên dîtir jî bi kar bînin. em ê di pêşerojê de qutîya lêgerînê, di ciheke mûstaqîl de jî bi cî bikin, da ku dema di derbarê karanîna peyv, biwêj û hwd. de nîqaşek çêbe, em bikarin ji nivîskarên wêjeya kurdî alîkarî bistînin.

her wiha, di rojên pêş de em ê qutîya lêgerînê her wiha di binê rûpela peyvan de jî bi cî bikin.

lîsteya pirtûkan:
Labîrenta Cînan Hesenê METÊ
Biyanî Albert CAMUS
Çiyayê Agirî Yaşar KEMAL
Mijabad Jan DOST
Siya Evînê Mehmet UZUN
Mişk û Mirov John STEINBECK
Reş û Spî Îbrahîm Seydo AYDOGAN
Şevên Spî Dostoyevskî
Smîrnoff Hesenê METÊ
30 Çîroken Bijare Husein MUHAMMED
Balûlka Şekirê Hesen SILÊVANEYÎ
Bandora Edebiyatê Lokman POLAT
Başûrê Kurdistanê Hesenê METÊ
Berê Gotin hebû Mustafa AYDOGAN
Compûtera ber dilê min Mahmûd LEWENDÎ
Moa û Pelle - Çîrokeke Evînî Kerstin Johansson i BACKE
dara gozê Serdar ROJAN
derdê gel D. Îsmaîl HESSAF
Dê Û Dêmarî Egîdê XUDO
Di Folklora Kurdî de Serdestiyeke Jinan Rohat
Evîn û Şewat Sidqiyê HIRORÎ
Gardiyan Bûbê ESER
Girtî Firat CEWERÎ
Gopalê Sor Meşal TEMO
Gulbijêrek ji Çîrokên Gelêrî Metîn KEWÊ
Hêsîr û Baran Bavê NAZÊ
Kadîna Mişkan Zeynelabidîn ZINAR
Kahraman Axayê Rikoyî Jules VERNE
Keça Kurd Zengê Cemşîd BENDER
Kevoka Spî Firat CEWERÎ
Kurdên Haymanayê Georges PERROT
Kurê Zinarê Serbilind Sidqiyê HIRORÎ
Mîrzayê Biçûk Antoine de Saînt-Exupery
Ordîya Mêşên Hunguv Bekîr YILDIZ
Pêşmerge Rehîmê QAZÎ
Qaqlîbaz Richard BACH
Rastiya Ziman, Wêje û Çanda Kurd Abdulah OCALAN
Serkomare Kurdistanê li Ber Dadgeha Îranê Bedredîn SALIH
Serok û Sokrates Huseyîn KARTAL
Sê Şev û Sê Roj Laleş QASO
Sorê Gulê Silêman DEMIR
Şevên Zengîn Newafê GEDO
Şopên Geş Şivan KAVÊ, Aynûr AMED, Doğan XEZNA
Xalê Min Ferîd Paşa UZUN
Xezal Sîma SEMEND



19.07.2021 23:05 ~23:06 | simurg56

9. Xebatek baş e.
Êdî turkcekurtcesozluk.com bû ferhengek pir dewlemendtir.
Lê 2 heb rexneyên min hene:
1. Navê ferhengê.
2. Dizayna malperê

Ji rûsî heta esperanto peyv tê de hena lê navê ferhengê hêjî turkcekurtcesozluk e. Yek jî ew nav pir dirêje. Gava ez dixwazim bikevim malpera ferhengê sifte dikevim tirşikê û lînka wê ditekinim. Ez dibêjim ew ji yên din re dijwartir e.

Dizayna siteyê pir nebaş e. Logo tinnû. Bannera tirşikê heye lê tekiliya tirşikê û turkcekurtcesozlukê eşqere ninû.



21.07.2021 05:13 | cinorek

10. hejmara pirtûkên barkirî yên îro bi tenê 45 bin jî, xebata dîjîtalkirin a lîteratûra kurdî ye û ji ber ku mirov dikare lêgerîna peyvan di vê arşîvê de bike, xebateke pir hêja ye.

ji herkesan re pêwîst e. ji etîmologan bigire heta nivîskarên wîkîpediyayê, ji hevalîşkoyên tirşikê bigire heta ferhengnivîsên weqfa mezopotamyayê, û filanko û bêvanko.



21.07.2021 14:29 ~2021.07.22 11:36 | mirovekirind

11. taybetiyeke pir xweş e lê belê min xwe kuşt jî li navrûyê xuya nebû.



22.07.2021 20:54 | biruya hayao miyazaki

12. surprîzek xweş e lê bila dilê we nemîne dixwazim tiştekî bêjim. hezar kêmaniyên tirşikê henin çima xebatan li ser van kêmaniyan nakin û Hey tiştên wekîdin lê zêde dikin.
Mînak:
peyamên taybet nayê dîtin, divê bêtir li ber çavan be.
statîstîkên 7 rojan li paş 7 qulan e. qey nabe li ber çavan be.
ji bo telefonên jîr sepana tirşik netê çima nayê çêkirin.
Edîtorên jêhatî û xeletiyên sernivîsa zû rast bikin.
û sed tiştên ez dikarim bêjim.



23.07.2021 12:18 | giyanstêr

13. xizmeta ku biruya hayao miyazaki ragihand ku cem wî venabe. li cem kesên din çawa ye nizanim. min guhertinek lê çêkir, ji kerema xwe re herkes dikare rewşa xwe ragihîne?



25.07.2021 07:46 | simurg56

14. silav, destxweş be, bi rastî pirr baş bûye û ne jî hêsanbûye ez bawer im.
Min jî ceriband û çend hevokên kurt ku nav hevokan de derbas dibin dît û hevokên wan ku ji pirtûkan hatine girtin erê kir.Hêsane , mirov gelek agahî ji wan hevokan jî werdigre.
sipas bo keda te.
Baldarî;
niha ev xeta dît, xeta ye nîne nizanim lê bêjim dîsa.Dema ku lîsteya çepê peyvek bijêrî û dûre cîhê ku mirov tiştek dinvîse û dibêje bişîne jî binvîse gelek hevokan li kêlekê dibîne tîne.Dûre tu ji wan yekî bijêrî û erê bikî ew jî bin peyva ku ewilî te li çepê bijartibû de dizeliqe.nikarî jê jî bibî.

peyva ku min bijart "alek" ya ku min lê geriya û go bişîne "zimanê kurdî" bû , hevoka ku min bijart ev e
lê divê em ji bîr nekin ko xebatên mihaceratê bi tena serê xwe, nikarin jîyana zimanê kurdî bidin domandin.



31.07.2021 21:10 ~21:19 | brzn

15. agahî: @brzn, di eslê xwe de ew ne xeletî ye. eger te vîdeo temaşe kiribe, tu wê hêsantir fêhm bikî. armanca wê taybetîyê ew e ku mirov bikare herf merfên peyvê biguhere û bi vî awayî bikare li varyasyonên wê peyvê jî bigere.
mînak: bila peyva me "li tiştekî gerîn" be. tu bikarî di pirtûkekî de vê qalibê bi vî awayî bibînî. wê demê tu wê nivîsa di qutîyê de bikî "ê gerîya" an jî "î gerîya" an jî "gerîya" û tu wê mînakên wek "i diya xwe gerîya" bibînî. ji kerema xwe re vîdeo temaşe bike, gelek zelal e li wir.



01.08.2021 07:51 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» 18.07.2021 sûrprîza mezin ya tirşikê
» mezinahî
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: ziman tirsik ziman tirsik ziman tirsik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî